QSD: Gundê Elî Bîska di destê me de ye

 EFRÎN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê diyar kir ku gundê Elî Bîska yê navçeya  Raco di bin parastina hêzên wan de ye û hêzên QSD`ê li dijî hêzên taybet  ên Tirk şer dike.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê derbarê îdîa dezgehên çapemeniyê yên Dewleta Tirk daxuyaniyeke da.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

ʺArtêşa Tirk a dagirker hewl da ber bi gundê Elî Bîska yê girêdayî navçeya Raco ve werê. Hêzên me bersiv dan û li herêmê  şerên giran rû dan.

Berovajî îdîayên dezgehên çapemenî yên Dewleta Tirk, em tekez dikin ku hêzên me di gund de ne û li dijî hêzên taybet ên Artêşa Tirk şer dike û destûr nade ku gund têkeve bin serweriya wan.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …