QSD`ê Girê Qestel Cindo ji çeteyên Tirk paqij kir

EFRÎN – Berdevkê QSD`ê diyar kir ku şervanên QSD`ê Girê Qestel Cindo çeteyên Tirk paqij kirin.

Berdevkê QSD`ê Kîno Gibrayîl da zanîn ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker îro bi awayekî pir dijwar  Girê Qestel Cindo  yê Şêra  bombebaran kir, da ku çeteyên xwe gir bi dest bixin.

Gibrayîl diyar kir ku ji bo hêzên wan zerarê nebînin ji gir vekşiyan.

Gibrayîl tekez kir ku girê Qestel Cindo hate paqijkirin û wiha pê de çûʺPiştî ku çete gir bi dest xistin û dîmenên kontrolkirina gir weşandin,  hêzên me li dijî çeteyên li ser gir êrîşek pêk anîn. Di encamê de girê Qestel Cindo ji çeteyên Tirk hate paqijkirin  û 8 çete hatin kuştin û 13 çeteyên din jî birîndar bûn. Her wiha çeteyên din jî reviyan. Hêzên me niha derdora gir paqij dikine.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …