Li Efrînê dayîkek şehîd bû û zarokê wê jî birîndar bû

 EFRÎN – Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Til Silor a girêdayî navçeya Cindirêsê, dayîka bi navê Sewsen Silêman şehîd bû û zarokê wê Mihemed Ismet û zarokekî din jî birîndar bûn.

Komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona  Efrînê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, şeva din artêşa Tirk a dagirker gundê Til Silor a girêdayî Cindirêsê topbaran kir. Di encamê de, dayîka bi navê  Sewsen Cemîl Silêman a 46 salî şehîd bû û zarokê wê Mihemed Ismet ê 7 salî û  zarokekî din ku temenê wê derdora 10 salî û nasnameya wê nehatiye eşkerekirin, birîndar bûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …