EFRÎN – Berdevkê QSD`ê Kîno Gibrayîl diyar kir ku heta niha 40 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê hatin kuştin.
Berdevkê QSD`ê Kîno Gibrayîl bîlançoya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê eşkere kir. Kîno Gibrayîl diyar kir ku heta niha 18 sivîl ji ber êrîşên artêşa dagirker şehîd bûne û 23 sivîl ku di nav de jin û zarok hene birîndar bûne.
Gibrayîl da zanîn ku şervanên QSD`ê derbeyên giran li artêşa dagirker û çeteyên wê dixin û heta niha 40 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin û nêzî 300 leşker û çete birîndar bûn.
Gibrayîl da zanîn ku du tangên artêşa Tirk li gundê Kirdo yê navçeya Bilbilê ya Efrînê hatin rûxandin û erebeyeke BMB derbe xwar.
Gibrayîl destnîşan kir ku 3 şervanên QSD`ê di berxwedaniya parastina Efrînê de şehîd bûne.
Her wiha Gibrayîl bi lêv kir ku artêşa Tirk a dagirker gundê Xerab Reşik ê Dêrikê û Til Helef û Serêkaniyê yê girêdayî kantona Hesekê topbaran kir.