Li Dêrazorê QSD`ê derbeyeke din li DAIŞ`ê xist: 158 çete hatin kuştin

DÊRAZOR – Çeteyên DAIŞ`ê piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê, êrîşên xwe li ser çeperên Hêzên Sûriya Demokratîk li Dêrazorê zêde kirin. Şervanên QSD’ê bersivên tund dan êrîşan, 8 termê çeteyan ketin destê şervanan û 158 çete hatin kuştin.

Çavkaniyekî taybet li fermandariya QSD`ê  da zanîn ku piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê, çeteyên DAIŞ`ê  ev sê rojên bê navber êrîş tînin ser çeperên wan li Dêrazorê û ev agahî danʺEv sê rojên DAIŞ`ê ji sînorê Iraqê heta gundê Xeranic êrîşan tîne ser çeperên me. 5 erebeyên bombarkirî hatin teqandin û 158 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin. Li derdora navçeya Hecin me 4 mezra ji çeteyan paqij kir. Di encama lê gerîna me de 8 termê çeteyan hatin dîtin.ʺ

Fermandarên QSD’ê destnîşan kir ku wan 3 qileş, 1 çeka sekvanî, 5 bombe, kompîtorek û hin alavên leşkerî bi dest xistine.

Şer bi dijwarî  didome.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …