QSDʹê di taxa Meşleb de tunelên çeteyan dîtin

  BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê – REQQA – Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di encama xebatên lêgerînê ya di taxa Meşleb a rizgarkirî de tunelên çeteyan dîtin.RAQA_HANDAK (1)

Hêzên QSDʹê ku ev 7 roj in Hemeleya Cenga Mezin dane destpêkirin, çend taxên Reqqayê ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin. Ji taxên ku şervanan rizgar kirin taxa Meşlebe. Di encama xebatên lêgerînê ku piştî rizgarkirinê di taxê de pêk hat, şervanan tunelên ku çeteyan di bin malên sivîlan de kolandibûn dîtin.

Şervanan dane zanîn ku çeteyan bi armanca parstina xwe ji hêzên QSDʹê û bombebarana hêzên koalîsyonê xendeq û tunel kolandine.

Çavkaniyan ji bajarê Reqqayê diyar kirin ku çeteyan bi armanca xwe ji derbên şervanên QSDʹê û bombebarana balafiran biparêzin li hemû taxên bajar xendeq û tunel kolandine.

 

RAQA_HANDAK (3)

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …