Şervan ketin taxa Senaea û Hitîn

 

 BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê –  REQQA- Şervanên QSD`ê ketin taxa Sînaea û Hitîn û hîna li her du taxan şer bi dijwarî didome.

Şervanên QSD`ê duh bi şev ji aliyê rojhilat û rojavayê Reqqayê ve berê xwe dan çeperên çeteyên DAIŞ`ê. Di navbera şervan û çeteyên DAIŞ`ê de şer rûda û heyanî saetên sibehê berdewam kir. Di encamê de şervan ji aliyê rojhilat ve ketin taxa Sînaea û ji aliyê rojava jî ketin taxa Hitîn. Şer li her du taxan heyanî niha bi dijwarî didome.

Fermandarên QSD’ê diyar kirin ku di şer de heta niha herî kêm 23 çete hatine kuştin û termê 16 çeteyan tevî hinek çek û cebilxaneya li ser wan, ketine destê şervanan.

Li aliye din jî di encama xebata lêgerîna şervanan a li taxa Romaniyê roket avêjek B-7, çekek BKC û 400 fişekên wê, çeka Law a artêşa Tirk, 20 hawanên 120 mm, 6 kalaşnîkof û depoyek tije çek û cebilxane ketiye destê şervanan.

Hemleya rizgarkirina Reqqayê di roja xwe ya 7`mîn de didome.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …