DÊRAZOR – Operasyon paqijkirina gundên bakurê Çemê Firatê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatibû destpêkirin, dewam dike. Şêniyên gundên bakurê Çemê Firatê jî vedgerin malên xwe.
Şervanên QSD`ê beriya niha bi sê 4 rojan operasyona paqijkirina gundên bakurê Çemê Firatê yên herêma Dêrazorê dabû destpêkirin. Şervanan heta niha bi dehan gund paqij kirine.
Di vê çarçoveyê de, duh şervanên QSD`ê gundên Zîr û Sihêl ên girêdayî bajaroka Ebû Hemam ji çeteyan paqij kirin. Şervanan di operasyona paqijkirinê de erebeyên çeteyên DAIŞ`ê yên bombebarkirî û hawanên ku çeteyan di nava sivîlan de bi cih kiribûn dîtin.
https://www.youtube.com/watch?v=U3ZiqGvV1pI
Şervanên QSD`ê ew teqemenî ji nava sivîlan derxistin û li cihekî dûrî sivîlan teqandin.
Operasyona paqijkirina gundên bakurê Çemê Firatê didome.
Vegera welatiyan didome
Ji aliyekî din ve jî, şervanên QSD`ê gundên ku ji bermahiyên çeteyan paqij dikin, gel pêl bi pêl vedgerin malên xwe û jiyana xwe ya asayî jinûva dest pê dikin. Lê gundên ku heta niha nehatine paqijkirin, şervan ji bo ewlehiya sivîlan destûra vegera wan nadin.
Şêniyên gund û zarok bi kêfxweşî şervanên QSD`ê pêşwaz kirine û ji ber xelasbûna ji çeteyan spasiya şervanên QSD`ê kirin.