YPG’ê nasnameyên 4 şehîdan ragihand

NAVENDA NÛÇEYAN – YPG’ê nasnameyên 4 şervanên xwe ku li herêmên Dêrazor û Reqayê gihiştine şehadetê, ragihand.

Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina herêma Dêrazorê ku ber bi dawî ve diçe, bi hemû hêza xwe dewam dike. Li herêma di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar diqewime.

Li gorî zanyariyên ji Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê, di 11’ê kanûna 2017’an de li herêmê du şervanên Yekîneyên Parastina Gel di şer de gihîştin şehadetê.

Li herêma Reqayê xebatên rakirina mayînan jî didome. Di van xebatan de 10 û 11’ê kanûna 2017’an li vê derê jî du şervanên YPG’ê dema ku karê xwe yê rakirina mayînana dikirin, şehîd ketin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê YPG’ê ve hatiye weşandin de, ji mablatên van pakrawanan re sersaxî hate xwestin û soza girêdana bi nirxên şehîdan re hate dûbarekirin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Soro Korik

Nasnav: Soro Korik

Nav û paşnav: Fîraz Ebdî

Navê dayîkê: Zelîxa

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayîkbûnê: Korik

Cîh û dîroka şehadetê: Reqa/10’ê kanûna 2017’an

Emer Hesekê

Nasnav: Emer Hesekê

Nav û paşnav: Hewasil Ebdî

Navê dayîkê: Bedra

Navê bav: Xelef

Cihê jidayîkbûnê: Dêrezor

Cîh û dîroka şehadetê: Dêrazor/11’ê kanûna 2017’an

Adil Mergedê

Nasnav: Adil Mergedê

Nav û paşnav: Yasir El-Hisên

Navê dayîkê: Semîra

Navê bav: Mixdeb

Cihê jidayîkbûnê: Hesekê

Cîh û dîroka şehadetê: Dêrazor/11’ê kanûna 2017’an

Mazlûm Egîd

Nasnav: Mazlûm Egîd

Nav û paşnav: Mesûd Ebdulrehman

Navê dayîkê: Samî

Navê bav: Elî

Cihê jidayîkbûnê: Kobanê

Cîh û dîroka şehadetê: Reqa/11’ê kanûna 2017’an

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …