Şehîd Dilovan Gever

Dilovana Me
Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek mirovên girêdayî jiyana azad berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Bayê azadiyê ku ji evîndariya rojê dihat, xwe di çavê ciwanan de dida der. Bi hêviya azadiya ku bi hezarê salan bû li bendê bûn, berê xwe dan wê şewqa ronahiyê. Yek ji wan rêwiyan jî hevala me ya ku dilê wê mîna çiyayan mezin, mîna kulîlkan narîn û rewneq heval Dilovan Gever bû. Rêheval Dilovan di sala 1994’an de ji dayîk dibe û di nava malbeteke welatparêz de mezin dibe. Heval Dilovan li Bakûrê Kurdistanê, di nava cihekî çiyayî de mezin dibe. Di ciwaniya xwe de bi hesreta azadiyê jiyan dike, ji ber wê ye ku hesreta xwe berdide nava lehiya şoreşê. Bi destpêkirina berxwedana Kobanê re rêhevala me Dilovan bi biryar û hêza xwe, sînorên dagirkeriyê derbas dike. Di dîroka 2014’an de dema şerê Kobanê dijwar dibe mîna bi sedan ciwanên Kurdistanî bi grûpek hevalên xwe re berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Ew baş dizane ku di nava welatekî bindest de evîndariya axê ne hêsane û bedel dixwaze. Rêheval Dilovan jî mîna tevahî jinên ku li azadiya xwe digerin, li hember dîroka paşverû serî rakir. Nexwest di nava pergala deshilatdar de mehkûmî bindestiyê bibe. Ji wê ye ku hertişt li pey xwe hişt û kete rê…
Di sala 2015’an de lêgerînên Dilovanê xurtir dibin û bi perwerdeya ku dibîne, dixwaze di asteke bilindtir de barê şoreşê hilgre ser milê xwe. Bi vî rengî derbasî kar û xebatên arşîvê dibe û şahidî ji qehremaniya şervanên azadiyê re dike. Çîroka lehengî, şer û berxwedaniya bi hezaran hevalên xwe belge dike. Ev kar û xebata wê girêdana wê ya bi dozê re jî xurtir dike. Êdî bersiva lêgerînên xwe peyda dike û rêya heqîqetê bi awayek zelal li ber çavê wê ronî dibe.
Rêhevala me Dilovan di sala 2018’an de derbasî Navenda Ragihandina YPJ’ê dibe. Kar û xebatên çapemeniyê weke dewamiya xebata xwe ya arşîvê digre dest û bi wê zanebûnê kar dike, jiyan dike. Di nava demeke kin de Alfabaya ragihandinê fêr dibe û hemû hewildana wê dibe ew ku qehremaniya hevalên xwe yên şehîd bi hemû cîhanê bide nasîn. Ji bo vê qehremaniyê bi awayek şênbertir ragihîne, pêşniyar dike ku berê xwe bide eniyên herî pêş ên şerê giran. Bi rastî jî bi biryardarî û coşeke mezin rêyên bi kemînên xedar dagirtî da pêşiya xwe û tevlê gelek cengên berxwedanê bû. Rola nûçegihaniya şer bi rengek serkeftî bicih anî û şahidî ji her kêliya pêngava dîrokî ya têkbirina DAİŞ’ê re kir. Her kêliyeke şervana, bi jiyan û şerê wê ve nemir kir. Bi pênûs û objektîfa xwe hovîtiya çeteyên DAİŞ’ê, asta dijwariya pêngavê û bêzariya ku gelê Dêrazorê jiyankiriye, raxiste berçavan. Dilovan bi vê keda xwe ya mezin, bi wêrekî û dilgermiya xwe cihê xwe di dilê rêhevalên xwe de girt. Bi coş û morala xwe her dilê hevalên xwe şad kir.
Rêwîtiya Dilovan a ku ji bakûrê Kurdistanê ji Gevera serhildêr destpêkiribû, li Kobanê, li Amûdê, li Dêrazor û Girêsipî temam bû. Wê bi vê rêwîtiya xwe hemû sînorên dagirkeriya bê wate kir, ji holê rakir. Ji bo ku zarokên Kobanê, Amûdê û Dêrazorê azad bijîn, Dilovan mîna bi hezaran rêhevalên xwe heya henaseya xwe ya dawî bê rawestîn, bê ku westandinê nasbike her têkoşiya, her kar û xebat da meşandin. Dilovan bi dilê xwe yê germ, bi hevaltiya xwe ya rast, ruhê berxwedanê zindî kir. Dilovan bi vê tekoşîna xwe ya giranbiha bû bersiva rasteqîn ji pirsa çawa bijîn re. Ji ber wê em careke din dibêjin! dibe ku Dilovan ji nava me koç kir, lê kelecana wê, coş û mûrala wê, şêwazê jiyan û berxwedana wê her di nava dil û mejiyê me de dijî. Û vaye îro bi sedan keçên Dilovan di şopa wê de dimeşin, mîna wê bi coş û kelecan, bi biryardarî dijîn û li berxwe didin.
Dilovan got; “Emê dîrok binivsînin! Dîrok”… Û bi rastî jî li bajarê Girêsipî bi ruxmê êrîşên giran ên dewleta Tirk a dagirker tevî grûbek hevalên xwe di 13 Cotmeha 2019’an de dîrok nivîsandin, dîroka berxwedana rûmetê nivîsandin.
Di vê mehê de ango di dîroka 7’ê Cotmehê de em salvegera roja Rojnamegeriya Jina Kurd jî pêşwazî dikin. Çawa ku Gurbetelî’yan, Denîz, Dilîşan û Nûjiyan’an berê objektîfên xwe dan qadên cengê û gotin rastî di tarîtiyê de namîne, rêheval Dilovan jî ji bo rastiya welatê xwe û êrîşên dagirkeriyê bi raya giştî re parve bike li pey rastiyan beziya. Di êrîşên dewleta Tirk ên 9’ê Cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê û Girê Sipî dema ku hemû cîhanê cavê xwe ji êş û azarên gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê re girt, heval Dilovan hem weke rojnamevan hem jî weke şervan cihê xwe di eniya pêş de girt û di oxira vî şerê giran de, canê xwe fedayî axa welat kir.
Çûyinên şoreşgeran di demên wisa sotîner de ne ku mirov nikare ji bo wê dîrokeke taybet hilbijêre. Ji ber heya ku yên weke Dilovan’an li ser vê axê jiyan bikin, wê ev ax ti carî zûha nabe. Belê Dilovanê! Ew ala serkeftinê ya ku te li bajarên Rojava û li Baxoza Dêrazorê hilda, weke xençerekî li nava dilê dijmin ketiye, ji wê ye ku ew hêzên neyar hartir bûne. Ji ber wê ye ku bê sekn û tebat hovîtiya xwe li her derê direşînin. Lê navê te, lehengiya te û ya rêhevalên te mîna şewqa rojê ye, tîrêjên xwe li ser kulîlkên welat belav dike, xwe li nava rûçikê zarokên lêv qelişî dixe û birînên wan derman dike.
Navenda Ragihandina #YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …