Li Efrînê yekemîn tabûra leşkerî ya YCR`ê hat avakirin

EFRÎN – Yekîtiya Ciwanên Rojava  li navçeya Cindirêsê yekemîn tabûra xwe ya leşkerî li navçeyê,  bi merasîmekê ava kir.DILAR DICWAR

Di çarçoveya Hemleya”Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye”,Yekîtiya Ciwanên Rojava li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê, yekemîn tabûra xwe ya leşkerî bi navê”Tabûra Şehîdên Qereçox” bi tevlîbûna 20 ciwanan, ava kir. Merasîma îlankirina tabûrê, li Baxçeyê Rêberê Gel Abdullah Ocalan, pêk hat.

Di merasîmê de, rêveberên YCR`ê, nûnerên TEV-DEM, Kongreya Star û sedan şêniyên navçeya Cindirêsê, amade bûn.

Park, bi wêneyên şehîdan, posterên Ocalan, ala TEV-DEM û YCR`ê, hatibû xemlandin.MANI EKID

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê endamên tabûrê ve hate destpêkirin. Paşê, ji Rêveberên YCR`ê ya  navçeya Cindirêsê, Delar Dijwar  derbarê girîngiya avakirina tabûrê di vê pêvajoyê de, axivî û got:”Erka vê tabûra leşkerî, parastina kantonê ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker e û wê nehêle ku tu êrîş li ser kantonê çêbibe”.

Her wiha, ji Fermandarên YPG`ê  li navçeya Cindirêsê Manî Egîd axivî û tekez kir ku sekna ciwanan li rex şervanên YPJ û YPG`ê di parastina xaka kantonê de, gavekî girîng e.

Merasîm bi dûrişmeyên silavkirina berxwedana ciwanan û YPJ/G`ê bi dawî bû.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …