Di şer de 18 çete hatin kuştin û hîna şer didome

REQQA- Li eniya başûr û rojhilatê Reqqayê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê şer dijwar diqewime û di encamê de heyanî niha 18 çete hatine kuştin.

Li taxa Hîşam Ebdulmelek a dikeve başûrê Reqqayê û li taxa Reqqaya kevin a dikeve rojhilatê Reqqayê ji duh bi şev heyanî niha di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şer dijwar diqewimê. Di encama şerê dijwar de 18 çete hatine kuştin û hejmara çeteyên ku di şer de birîndar bûne nediyare.

Şervan ji aliyê rojhilatê Reqqayê ve bi pêşve çûn û destbi operasyona paqijkirina mayînan kirine.

Şer heyanî niha di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DIAŞ`ê bi heman dijwarê didome.

 

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …