Meclisa Leşkerî Ya Hêzên Me Civîna Xwe Ya Asayî Li Dar Xist

Di çarçoveya geşedanên siyasî û leşkerî yên li ser asta Sûriyê û bi amadebûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî, fermandarên hemû Meclis û aliyên leşkerî û berpirsên ofîsên leşkerî û saziyan, Meclisa Leşkerî ya hêzên me bi hemû pêkhateyên xwe re civîna xwe ya asayî li dar xist.

Civîn bi nîqaş û nirxandina raporên meclis û saziyan dest pê kir, her wiha rewşa qada siyasî û leşkerî û bûyerên diqewimin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê hatin nîqaşkirin .

Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku hewlên lihevhatina hikûmeta Sûriyê û rêjîma Tirkiyê ji bo asayîkirina têkiliyên her du aliyan tenê destpêkeke nû ye ji bo alozkirina rewşa mirovî û siyasî li ser xaka Sûriyê ye, û hişyarî da ku her hewleke muhtemel a Sûriyê bi Tirkiyê re ji bo pêkanîna Planên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê encamên neyînî ji hemû herêman re bi xwe re bîne û zirarê bide çareseriya pêşerojê ya aloziya Sûriyê.

Her wiha di civînê de encamên êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berfirehkirina çarçoveya wan li ser Bakur Rojhilat û Bakurê Rojavayê Sûriyê û berpirsyariya aliyên navdewletî di wan de hatin nirxandin û ji bo kêmkirina aloziyê tekezî li ser girîngiya bilindkirina asta hevrêziyê li gel Hêzên Rûsî yên li rojavayê Firatê hat kirin.

Di civînê de bi berfirehî behsa hewldanên aliyên girêdayî hikûmeta Şamê ji bo derxistina nakokiyan, têkbirina aramiyê û hewldana têkbirina ewlehiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin, û di civînê de saziyên pêwendîdar hatin erkdarkirin ku bilez li dijî wan hewldanan tekoşîn bikin.

Her wiha asta metirsiyên şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê jî hat nirxandin, ku hemwextî êrîşên Tirkiyê ew jî bi taktîkên nû yên terorîstî êrîşan pêk tînin.

Civînê bal kişand ser xebat û fedekariya hêzên me û gelê me di rûbirûbûna wan metirsiyan û tekezî li ser pêwîstiya bilindkirina asta tekoşînê ji bo jinavbirina dawî ya şaneyan û di vî warî de behsa xebatên hevbeş bi hevpeymaniya navdewletî re û giringiya zêdekirina hemahengiyê û bilezkirin û berfirehkirina operasiyonên ewlekarî û serbazî hate kirin.

Li ser asta navxweyî, civînê tekezî li ser giringiya teqez ya parastina yekrêziya eniya hundirîn kir, ku bi vê yekrêziyê wê gel û hêzên me karibin hemû êrîşan vala derxin û bi tundî li dijî alîgirên fitne û tevlîheviyan were rawestandin.

Di vê mijarê de bal hat kişandin li ser yekîtiya pêkhateyên QSD ku buye Modeleke serkeftî ji bo gelê heremê.

Di civînê de asta amadekariya parastinê ya hêzê, nirxandina tedbîrên pêwîst ji bo parastina herêmê û xelkê wê û pêşxistina çalakiyên leşkerî ji bo xizmetkirina armanc û xebatên hêzên me hat gotûbêjkirin û plansaziya xebatê hat destnîşan kirin, û tekezî li ser rola Mesclisên leşkerî di warê pratîkî û rêxistinî hat kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

18 Tîrmeh 2023

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …