Li Şedadê YAT Ê Bi Piştgirtiya CTG Û Koalesyonê Çalakî Li Dar Xist

Yekîneyên Anti Teror YAT ên girêdayî Hêzên Suryaya Demokratîk bi piştevanî û tevlîbûna Hêzên dijî terorê ên Başûrê Kurdistanê CTG û Kolaesyona Navdewletî di 19 Tîrmehê de li dijî şaneyek Daişê li bajarokê Dişîşa ê girêdayî Şedadê çalakiyek bi bandor li dar xist û şane hat bêbanor kirin.

Şaneya Daişê ya ku hat bê bandor kirin ji 3 çeteyan pêk dihat û bi karên terorî û derbekirina aramî û istiqrara herema Dêra Zorê û armancgirtina hemwelatiyan radibûn.

Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û çeteyek bi saxî ket dest, her wiha miqdarek ji çek û cebxaneyê hat desteser kirin, ew jî wihaye:

-2 Çekên AK-47

-2 Telîfon.

-1 Debançe.

-1 Bombe

-8 Cercûrên AK-47

-3 Cercûrên Debançe.

-1 Rext.

-1 çifta nêçîrê.

Navenda Ragihandina Hêzên Suryaya Demokratîk

20 Tîrmeh 2023

Check Also

Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên …