Ji Gelê Me û Raya Giştî re

Ji Gelê Me û Raya Giştî re

Bi bilindbûn û mezinbûna şoreşa Rojava re li Bakûr Rojhilatê Sûrî, di jin û ciwanan de rihê  parastina nirxên şoreşê gihîşte lûtkeyê. Bi hezaran jin û ciwan bi vê armancê berê xwe didin nava refên azadiyê û dibin hêza esasî a parastina şoreşa jin a Rojava.

Hevrêya me Jaklîn Ehmed bi nasnav Nejbîr Zagros  ji bajarê Kobaniya berxweder ê. Berxwedaniya dîrokî a Kobanê bi xwe re neslekeke ku xwedî li nirxên azadiyê derdikeve afirand. Hevala me Nejbîr yek ji wan jinên ciwane ku hebûn û nasnameya xwe ye netewî bi tekoşîna dîrokî a  Kobanê re nas dike û di sala 2020’an de tevlî nava refên azadiyê dibe.

Hevrê Nejbîr di temênê xwe ye ciwan de xwedî zanebûneye bilind a azadiyê bû. Ji ber wê jî her tim di nava lêgerînê dabû, ji bo li hemberî hemû êrîşên li ser gel û welatê xwe tekoşîn bike, xwedî lêhûrbûneke kûr bû. Hevrê Nejbîr di demeke pir kûrt de kesayeta xwe li ser esasê pîvanên jiyana azad bi rêxistin kir û weke jineke ciwan cihê xwe di nava yekîneyên me de girt. Li ser vê bingehî jî hem di warê leşkerî hem di warê birdozî de xwe pêşxist. Piştî demekî şûndatir bi lêhûrbûneke hîn kûrttir ji bo  li  hemberî her cûrê êrîşên  terorî tekoşîna xwe bilind bike cihê xwe di nava Yekîneyên Antî Terorê (YAT) de girt.

Hevrêya Nejbîr Zagros di dîroka 5’ê Tîrmehê de dema ku li ser erka xwe bû di encama qezayekî de gihîşt asta şahadet ê. Em di serî de malbata hevrêya xwe ye hêja a Nejbîr Zagros û tevahî gelê xwe welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Emê herdem tekoşîna xwe ye ji bo avakirina ferdeke azad û civakeke azad bidomînin.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

22.07.2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …