Li Reqayê şerên giran rû didin, 16 sivîl hatin rizgarkirin

REQA – Li navenda bajar û li aliyê  rojhilat ê Reqayê di van kêliyan de şerên dijwar rû didin. Şervanên QSD`ê 16 sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê wekî mertal bikar dianîn, rizgar kirin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 113`an de bi hemû leza xwe dewam dike. Li gorî agahiyên ku ji herêma şer hatine girtin, di van kêliyan de li navenda bajar û li aliyê rojhilat ê Reqayê, şerên dijwar rû didin.

Li aliyekî din, operasyona paqijkirinê li taxên El-Meşleb, Sîna û gundê Reqa Semra, ku duh hinek çeteyên DAIŞ`ê bi cilên sivîl derbasî bibûn, didome.

Di heman demê de, li herêma Cezrat a sînora di navbera Reqa û Dêrazorê de ye, şerên dijwar diqewimin.

Ji aliyekî din, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 16 sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê wekî mertal li taxa Nehda ya aliyê rojava yê Reqayê bi kar dianîn, rizgar kirin.

Şêniyên ku hatine rizgarkirin, tekez kirin ku çeteyên DAIŞ`ê dema 7 kes ji malbatê dixwastin ji wan birivin, ew kuştin. Lê derbarê navên kesên ku hatine kuştin de tu agahî nehatine bidestxistin.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …