Li ser şopa çapemeniya azad cangoriyekî din; Fîraz Dag

NAVENDA NÛÇEYAN –  Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî navê endamê xwe yê  raghandinê  ku  li Reqayê şehîd bibû, eşkere kir.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye  weşandin wiha ye:

“Şehîd mizginiya şînbûna gulekî li baxekî şewitî de ye, şehîd ewrekî ronî ye li welatekî tî û westiyayî, da  ku baran bibare û jiyan carekî din dest pê bike. Erê, çîroka Kurdistan û şehîdên azadiya wê wiha ye. Ji bo gelekî ku ji xewa giran a mirinê şiyar bûye û ji bo şerê azadiyê gav avêtiye, şehîd mezintirîn nîşaneya destpêkirina jiyanê ye. Şehîd sembola şiyarbûn, têkoşîn, fedakarî û hêviya serkeftinê ye. Gelê Kurd ku di encama êrişên dijwar yên dewletên dagirker û zilmên hovane ber bi têkçûyînê ve diçû, hêviya jiyan û azadiyê di kesayeta şehîdên xwe de peyda kir.

Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) eslê xwe ji navçeya Elbîstan a li ser Mereş li Bakurê Kurdistanê ye. Piştî koçberiya malbata wî ber Ewrupa li Londonê mezin dibe. Ji destpêka ciwantiya xwe ve xebatkarekî dijî kapîtalîzm û çalakvanê mafê mirov û mafê gelê Kurd bû. Taybet piştî komkujiya 3’yê Tebaxa 2014 li Şingalê hevalê Fîraz di agahdarkirina civaka Kurd û biyanî li derveyî welat xebatekî bê westandin dabû meşandin.

Malpera Kurdish Question (Pirsa Kurd) a ku mijarên gelê Kurd û etnîkên din dişopand ji aliyê rêheval Fîraz hatibû avakirin û birêvebirin. Li zanîngehê de derhênertî xwendibû û her wiha beşdarê dewreyên nivîs û wêje bibû. Hejmarek kurtefîlm kîşandibû, kurteçîrok çap kiribû û komek ji helbestan werger kiribû. Li ser malpera Kurdish Question bi giranî li ser rojeva gelê Kurd dinivîsand û nirxandin dikir.

“Sîstema ku me diperçiqîne cîhanî ye, pergalên ku me bindest dihêlin hevgirtî ne û bi hev re di nav hevkariyê de ne. Lewma pêwîstê em jî dijî wan sîsteman hevgirtî û hevkar bin,” şehîd Fîraz bi vê gotina xwe bang li hemû gelên bindest dikir ku yekîtiya xwe ava bikin.

Fîraz ê ku dilê wî bi azadiyê re hevaheng lêdida, hesreta azadiyê li Kurdistanê hîs kiribû, welatparêzî di asta herî bilind de jiyan dikir, tevî ku li derveyî welat bû ew ruhê xwe zindî hiştibû û tucarî ji nasnameya xwe qut nedibû. Têkoşer Fîraz nasname û pêşeroja xwe di tevgera azadî û fikrên rêber Apo de dîtibû. Ew di lêgerîna jiyana azad de bû û rêber Apo rêya herî bedew nîşanê wî dabû. Fîraz di dilê sîstema kapîtal li Inglîstanê mezin bibû, çi tiştekî derveyî şoreşgertiyê nedikarî wî rizgar bike, lewma ber bi çavkaniya fikrên azad, ber bi welat hat. Ciwanê ku jiyan û kar li welatê bêgane hêjayê xwe û welatê xwe nedidît, xwest ku vê şoreşê bi qelem û dûrbîna xwe qeyd bike û bike para dîrokê.

Şoreşa civakî û siyasî ya Rojavayê Kurdistanê, di heman demê de êrişên dagirker û hêzên paşverû bersivek mezintir pêwîst dikir, ji bo vê yekê jî hevrê Fîraz xebatê li derveyî welat têrê xwe nedidît û xwest ku dakeve qada welat. Bi taybet piştî êrişa 25’ê Nîsanê 2017 ya dewleta dagirker a Tirk li ser çiyayê Qereçox biryara hatina xwe da. Li Qereçox endamên ragihandina YPG şehîd bibûn û rêheval Fîraz ji bo girtina cihê wan bi ruhekî dilxwaz bi hawara gelê xwe ve hat û di karê ragihandinê de hewl da ku bê-edaletiya der heqê gelê Kurd de bi dinyayê bide naskirin. Fîraz bi liberxwekirina cilê YPG û hilgirtina çek û kameraya xwe dîmenek xweşik ji mirovahî û azadiyê resm kiribû, dîmenekî ku heta dawiyê wê her bimîne.

Hevrê Fîraz fîlm û berhemên xwe bi zimanê Inglîzî çêdikir ta ku hemû cîhan bi rastiya Şoreşa Rojava bihese û dagirkeriya li ser civaka gelê Kurd ji dinyayê re bide naskirin. Kîşandina bi dîmen a jiyana şervanan, aliyê wan ên însanî, civakî, demokratîk, çandî û exlaqî şev û rojên şehîd Fîraz kiribû yek. Herî dawî rêheval Fîraz berê xwe da du pêngavên dîrokî yê li Reqa û Dêrezor, li wir jî kameraya wî kêlî bi kêliya lehengtiya şervanan û rizgariya gelê bindest teswîr dikir.

Di sihara 26’ê Îlonê de dema heval Fîraz li Reqayê li ser xebat bû di encama êrişekî dijwar ya DAIŞ’ê gihişte şehadetê.

Şehîd Fîraz kevneşopiya çapemeniya azad a ji Xelîl Dax wergirt, di Şoreşa Rojava de bi rengekî çalak bi cîh anî. Di demekî kurt de dilê şervan û hevrêyên xwe de cih girt û ji aliyê her kesî ve hate hezkirin. Di her şert û mercên jiyanê yê herî zehmet de, di nava çeperên şervanan geriya û her kêliya hest, kelecan û hêrsa şervanan kişand kamerayê.  Bû yek ji wan kesan ku, ruhê pêngava serdema nû ya têkoşîna azadiya Kurdistanê ji cîhana derve re ragihand.

Em soz didin ku di serdemeke bi vî rengî de em ê xwedî li xeta hevrêyên xwe derkevin; bi vî rengî bimeşin, têbikoşin û bi ser bikevin. Li ser rêya hevrê Fîraz; di xeta çapemeniya azad de, em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Em şervanên azadiyê yên Kurdistanê; di vê têkoşînê de bêguman em ê bi ser bikevin. Ji ber ku felsefeya me ya jiyanê, şerê ji bo jiyana azad e. Berxwedana li dijî zilma zalim e. Heta ku ev felsefe hebe, dê tu zalim nekarin bi ser bikevin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

FIRAZ DAG

Nav û Paşnav: Fîraz Dag

Navê Rast: Mehmet Aksoy

Navê Dayikê: Zeynep

Navê Bav: Kalender

Cihê Ji Dayikbûyînê: Malatya 1985

Cih û Dîroka Şehadetê: 26-09-2017 Reqa.”

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …