Li Reqayê kargeheke çêkirina çekan kete destê QSD`ê

 REQA – Di pêşveçûyînên şervanên QSD`ê li taxa Nehda ya aliyê rojava yê Reqayê de, kargeheke çêkirina çekan hate dîtin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku 6`ê hizêranê de hatibû destpêkirin, bi pêşketinên şervanên QSD`ê dewam dike. Li navend û li aliyê rojava û rojhilat ên Reqayê, şerên dijwar rû didin.

Li taxa Nehda ya aliyê rojava yê Reqayê ku şerên dijwar niha lê rû didin, şervanên QSD bi pêş ve diçin û derbeyên giran li çeteyan dixin. Di pêşveçûyînên şervanan li taxa navborî de, kargeheke çêkirina çekan hate dîtin.

 

 

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …