Nasnameya 7 pakrewanan hate raghandin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 7 cangoriyên azadiyê eşkere kir.

Navenda Raghandina YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî  ku li ser malpera xwe ya fermî weşandibû, nasnameya 7 şehîdan, eşkere kir.

Daxuyaniya  YPG`ê wiha ye:

“Du pêngavên dîrokî yên rizgarkirina Reqa û Bakurê Dêrazorê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û bi pêşengtiya YPG û YPJ`ê hatine destpêkirin, di rojên xwe yên herî girîng de berdewam in. Li bakurê Dêrazorê tevî ku Rûsya, rejîma Sûriyê û alîgirên wê dixwazin bi êrişên xwe li ser QSD`ê destkeftiyên wê asteng bikin jî, şervan bi hemû hêza xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêş dikevin û derbên giran li çeteyan dixin. Di heman demê de welatiyên herêmê ku hem zilma rejîma Sûrî hem jî terora DAIŞ’ê bi çavê xwe dîtine û jiyan kirine, berê xwe didin şervanan, ji aliyê QSD ve tên rizgarkirin û ber bi cihên ewle ve tên veguhestin.

Di encama çalakî û operasyonên ku di navbera 22 û 25’ê Îlonê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de hatine pêk anîn sê hervrêyên me gihiştine şehadetê.

Di nava cangoriyên îro de hevalê me ji pêkhateya Ereb, Rûbar Hesekê heye ku eslê xwe ji bajarê Dêrazorê ye. Rûbar di 2016’an de tevî malbata xwe koçberê Hesekê dibe û ji bo rizgarkirina bajarê ku lê ji dayik bûye tevlî YPG`ê dibe. Di pêngavên rizgarkirina Reqayê de cihê xwe digire û herî dawî di şerê Bagera Cizîrê de li bakurê Dêrazorê di şerê 25’ê Îlonê de digihîje asta şehadetê.

Du rêhevalên me li Heleb û Kobanê di encama qezayên cuda de şehîd bûne, nasnameya wan hevalan îro tê ragihandin.

Hevalê me Berxwedan Cîger ê ku ji 2012’an ve di nav tevegra ciwanan, Asayîş û piştre di nav YPG de cihê xwe girtibû, di 25’ê vê mehê di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da û gihiştiye şehadetê.

Weke YPG û YPJ`ê, serî de ji malbata şehîdan, ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxî dixwazin û soz didin ku şopdarê ked û rêya şehîdan bin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Armanc Cîlo

Nav û Paşnav: Armanc Cîlo

Navê Rast: Melîha Şêxan

Navê Dayikê: Semîra

Navê Bav: Nîhad

Cihê Ji Dayikbûyînê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: 18-09-2017 Heleb

————

Nûda Sîpan

Nav û Paşnav: Nûda Sîpan

Navê Rast: Rûxweş Wezîro

Navê Dayikê: Qedriye

Navê Bav: Kemal

Cihê Ji Dayikbûyînê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 19-09-2017 Kobanê, Şêxler

—————-

Rûbar Hesekê

Nav û Paşnav: Rûbar Hesekê

Navê Rast: Qazî Ebdûlah

Navê Dayikê: Rîma

Navê Bav: Silêman

Cihê Ji Dayikbûyînê: Dêrazor

Cih û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017 Dêrazor

——————

Xebat Hesekê

Nav û Paşnav: Xebat Hesekê

Navê Rast: Xebat Cemîl Beşo

Navê Dayikê: Uweyda

Navê Bav: Cemîl

Cihê Ji Dayikbûyînê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017 Dêrazor

————–

Zagros Hesekê

Nav û Paşnav: Zagros Hesekê

Navê Rast: Esed Mihemed Mihemed

Navê Dayikê: Semîre

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûyînê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 22-09-2017 Rêya Şedadê

———–

Berxwedan Dicle

Nav û Paşnav: Berxwedan Dicle

Navê Rast: Ehmed Silêman

Navê Dayikê: Nerîman

Navê Bav: Bihcet

Cihê Ji Dayikbûyînê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017 Efrîn

———————————–

Dilovan Murad

Nav û Paşnav: Dilovan Murad

Navê Rast: Necm Ehmed Elhaman

Navê Dayikê: Refe

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûyînê: Emarat Tehtanî

Cih û Dîroka Şehadetê: 24-09-2017 Reqa.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …