EFRÎN – Li tepeyê gundê Bilîlka û gundê Medyana şerên giran rû didin û hejmarek leşkerên Tirk hatin kuştin. li gundê Gewenda jî erebeyeke doçka ya Artêşa dagirker hat hedefgirtin.
Di encama şerê giran ê li tepeyê gundê Bilîlka yê herêma Racoyê di navbera şervanên QSD′ê û artêşa dagirker de rû dide, hejmarek leşkerên Tirk hatin kuştin (ji wan 3 endamên endamê POH/JOH′yê ne).
şervanan li gundê Gewenda jî erebeyeke doçka ya çeteyan hedef girtin. Her wiha li gundê Meydana jî şer diqewime û hejmareke çeteyên Artêşa Tirk tê de hatin kuştıin.
#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ