Efrînê bi merasîmeke bi heybet şehîdên xwe oxir kirin

EFRÎN – Bi hezaran welatiyên herêma Efrînê cenazeyên şehîdên berxwedana serdemê bi merasîmeke bi heybet li Mezara Ş. Avesta Xabûr oxir kirin.

Bi armanca oxirkirina şehîdên berxwedana serdemê bi hezaran welatiyên Efrînê li pêşiya nexweşxaneya bajêr kom bûn û cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re wergirtin û berê xwe dan Mezara Ş. Avesta Xabûr a li gundê Keferşîlê yê girêdayî bajarê Efrînê.

Piştî ku karwanê şehîdan gihîşt mezarê li vir merasîmek hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Mehmûd Cafer axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest û got ku şehîd sembola namûs û rûmetê ne û axa welat bi xwîna xwe avdane û bi xwîna xwe efsaneyên berxwedanê dinivîsin.

Cafer di axaftina xwe de destnîşan kir ku berxwedana welatiyên Efrînê li hemberî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê efsaneyeke dîrokî ye û got ku dê tola xwîna şehîdan hilînin û dê têkoşîna xwe li ser riya şehîdan berdewam bikin û wiha anî ziman: “Ti carî vîna azad a gelê berxwedêr nayê şikandin. Em li ser fikr û felsefeya azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin bûne û ev yek têrê dike ku em li hemberî hemû komplo û pilanên dijminan li ber xwe bidin.”

Di merasîmê de hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif axivî û wiha got: “Welatiyên Efrînê li şûna giştî mirovahiyê şerê terorê dikin. Berxwedana welatiyên Efrînê bi hemû pêkhateyên wê nîşan dide ku serkeftin para berxwedêran e. Bi saya fedekariya şehîdan riya azadiyê ronî dibe.”

Piştre li ser navê malbatên şehîdan gelek axaftin hatin kirin û piştrast kirin ku dê têkoşîna xwe li ser riya şehîdan berdewam bikin û dê giştî axa welat ji qirêjiya çeteyan paqij bikin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan di nava tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

Navên şehîdên hatine oxirkirin wiha ne:

Şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD): Ciwan Îbrahîm (Ciwan Kobanê), Delîl Bekir (Delîl Cûdî), Basil Mihemed (Karker Andok), Beşar Ecîb (Mezlûm Efrîn), Mihemed Hisên (Ocalan Efrîn), Murad Menan (Rêzan Zagros), Rêzan Reşîd (Soro Heleb), Beşar Cemal (Mezlûm Ereb), Edhem Hemo (Xebat Karker), Mezlûm Îbo (Xabûr Mezlûm), Kamîran Mihemed (Diyar Bagok), Şervan Hemo (Amed), Îmad Qenber (Şiyar Meydana), Orhan Xelo (Rojhat Orhan)

Şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê: Mihemed Mihemed, Osman Hec Osman, Remezan Reşîd

Şehîdên Hêzên Asayîşê: Ciwan Umer, Mihemed Reşîd

Şehîdên Yekîtiya Ciwanên Rojava:  Elî Murad (Çekdar Heleb), Wail Hac Îbrahîm (Zinar Heleb)

Şehîdên YPJ: Roken Findî (Şiyan Cûdî), Narîn Hesen (Şengal Laleş)

Şehîdê sivîl:  Mehmûd Menkawî

 

بمراسم مهيبة يشيع أهالي عفرين شهداءهم ‫(30715788)‬ ‫‬بمراسم مهيبة يشيع أهالي عفرين شهداءهم ‫(1)‬ ‫‬

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …