Li Efrînê çi dibe?

Dewleta Tirk gefên dagirkeriyê li herêma Efrînê dixwe  û dibêje ez ê dagir bikim. Ji ber nakokiyên dewleta Tirk bi Rûsiya re derfeta wê ya êrîşa li ser Efrînê pêk nedihat. Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi awayekî fermî gelek caran gef li Efrînê, ya ku ji destpêka aloziya Sûriyê aramiya xwe parastiye û bûye wargeha bi sed hezarn koçberên ji herêmên din ên Sûriyê, dixwar. Rewşa Efrîn ji aliyê siyasî ve dewleta Tirk û hemû hevkarên wê ditirsand. Ji ber li Efrîn tova çareseriya aloziya Sûriyê dertê. Xwestin wê tovê ji holê rabikin. Erdogan ji mêj ve di nava liv û tevgerê de bû ku rojek were û karibe êrîşî Efrînê bike. Tevgeriya, ber xwe da vir û vir, bi hemû aliyan re civiya û projeyên xwe ji wan re pêşkêş kir. Di Astana de jî mijara Efrînê her dem li ser masê bû.

Rûsya jî şirîke

Herî dawî Erdogan bi rêya ragîhandinê got ku ezê êrîşî Efrînê bikim û bi milyonan koçberên Sûriyê vegerînim warê wan. Her wiha got ku ew ê ewlekariya sînorê xwe biparêze. Ji xwe gelê Efrîn û şervanên wê xwe ji hemû rewşan re baş amade kirine. Digotin “çi dibe bela bibe.” Lê dema Rûsiya hêzên xwe yên li Efrînê ku bi navê çavdêriyê bi cih kiribûn, kişandin, diyar bû ku Rûsya û Erdogan lihev kirine. Tiştê balê dikşîne jî Artêşa Sûriyê di wê demê de bi lez di aliyê Idlibê de pêş diket.Di encamê de Rûsiya, Rêjîma Baas û Dewleta Tirk li ser dijîtiya Efrînê lihev kirine. Rûsya bi vê yekê de hemû sozên dida Kurdan xist bin lingê xwe.

Di encamê de Erdogan çekdarên El-Nusra ji Idlibê anî sînorê Efrînê. Bermehiyên DAIŞ’ê jî li wir kom kirin û êrîşî Efrînê kir. Got wê êrîşa wî dem kurt û bi encam be.  Ev zêdeyî 20 roj in êrîşa Artêşa Tirk ku bi fermana Rûsiya êrîşan li ser Efrînê pêk tîne.

Encam çi bû?

Di van rojên êrîşê de gel û şervanên Efrînê dûrişmeya “Berxwedana Serdemê” rakirin. Dewleta Tirk, çeteyên wê ku çira kesk ji Rûsiya girtin, bi sedan welatiyên sivîl qetil kirin û birîndar kirin. Gelê Efrînê tevî hemû êrîş û bombebaranê dev ji malên xwe bernedan û li cihê xwe man. Di eniyên şer de şervanên Efrînê gotina xwe gotin û soza xwe pêk anîn, derbeyên giran li êrîşkaran xistin. Di heman demê de gelê kurd li her çar aliyên Kurdistanê, Ewropa û gelek welatên cîhanê li ser piya bûn. Kurdên ku di nerîna xwe li dijî Rêvberiya Xweser bûn jî tevlî çalakiyan bûn. Em dikarin bêjin Efrîn zemîna lidarxistina Kongreya Netewî ku demek dirêj tê xwestin lê nayê lidarxistin, ava kiriye. Li aliyê din hemû gelên herêma Cizîr û Firatê berê xwe dan Efrînê û xwedî li Efrînê derketin. Em dikarin bêjin bi vê çuyîna Efrînê sînorê di navbera efrîn û kantonên din de bê wate ma.

Dewleta Tirk winda kir

Li aliyê din Erdogan û Artêşa wî ku bi hêviyên mezin çûn ser Efrînê li şûna qezenc bikin gelek tişt winda kirin.  Di navbera komên çete yên “Mertala Firatê” ku li Ezaz, Cerblus û Babê di bin fermana Arêtşa Tirk de tevdigerin û Artêşa Tirk de nakokî derket. Li Idlibê hêzên herêmî ku heta niha baweriya wan bi Erdogan û Artêşa wî dihat, dibêjin ku Tirkiyê ew firotin. Di qada navdewletî ku ev zêdeyî 20 rojan bê dengî hebû, ji ber êrîş dirêj kir û sûcên Artêşa Tirk ên li dijî mirovahiyê derketin û hêdî hêdî dengê dijber bilind dibin. Serdana Erdogan a Vatîkan jî em dikarin di vê çarçoveyê de binirxînin. Di rojên pêş de berxwedaniya efrînê çiqas mezin bibe wê ev alî jî wê nerazîbûnên xwe eşkere bikin.

Rûsya ku ferman da Tirkiyê ku êrîş bike û xwe ji bo pêşwazîkirina koçberên Efrînê amade kiribû, ji berxwedana gelê Efrîn û şervanên wê matmayî ma. Di nerîna min de mijara ketina balafira Rûsiya ya li Idlibê riwê nakokiyên Tirkiyê û Rûsiya diyar dike. Di heman daxuyaniyên Îranê yên li ser Efrînê jî diyar dike ku hevkarên Astana jî êdî lihev dikevin. Ji bilî van ecamên neyînî yên derve li hindir jî zext li ser Erdogan heye.

Efrîn û helwesta Amarîka

Berxwedana Serdemê bandor li helwesta Emerîka jî kir. Emerîka ku piştî berxwedana Kobanê piştgirî da YPG/YPJ/QSD’ê û heta rizgarkirina Reqa û niha li Dêrazorê hîn jî didome, di encamê de çeteyên DAIŞ’ê ku piraniya xaka Sûriyê dagirkiribûn derbeyên giran xwarin û ber bi tunebûnê ve diçûn. Emerîka li Efrînê di bin navê ku ez tenê li rojhilatê Çemê Firatê me dengê xwe nekir. Em dikarin bi vê yekê bibêjin ew jî herî kêm bi bêdengiya xwe buye şirîkê êrîşa li ser Efrînê. Amarîka û Tirkiyê di NATO de şirîkin, karîbû jê re bêje nabe tu êrîşî Efrînê  bike, ema nekir.

Niha û piştî Efrîn liber xweda û li dijî êrîşên Artêşa Tirk biserket. Amarîka dizane ku êdî baweriya gelê Bakurê Sûriyê bi wan nemaye, ji ber wê li Dêrazorê êrîşî alîkgirên rêjîmê yên xwestin êrîşî QSD’ê bikin, kir û bi dehan ji wan kuştin. Aamrîka bi vê yekê dixwaz ji gelê Bakruê Sûriyê ku baweriya wan bi Amarîka kêm bûye re bêje, ez ê piştgiriya xwe heta dawî bi we re bidomînin.

Di nerîna min de Emerîka ku hîn jî bi tirs nêzî QSD’ê dibû û piştgiriya wê jê re bi sînor bû, wê piştgiriya xwe zêde bike. Wê li rojavayê Çemê Firatê, Efrîn û dibe heta li Idlibê jî piştgiriyê bide QSD’ê. Ev wê di rojên pêş de diyar bibe. Ji ber berxwedana Serdemê bala her kesî kişand ser xwe. Dibe ku Rûsiya jî hesabên xwe vegerîne û bixwaze bi şervanên Efrînê re careke din bikeve nava têkiliyê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …