‘Çete li gundê Şêxorzê siwar hatin peya çûn‘

EFRÎN – Şervanên YPJ û YPG‘ê diyar kirin ku wan di cenga gundê Şêxorzê de derbeyên giran li Artêşa Tirk û çeteyên wê dan û destnîşan kir ku Artêşa dagirker li eniyên paş dimînin û çeteyan didin şerkirin.

Li gundê Şêxorzê ya girêdayî navçeya Bilbilê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 rojan şer rû da. Artêşa dagirker ku hewl dida gundê stratîjîk dagir bikin, li ser vê yekê hemû çekên giran bi kar anîn. Li ser bersivdayîna şervanan 200 çete hatin kuştin, her wiha hejmarek din girtin, tangeke bi temamî rûxandin û miqdareke cebilxane jî desteser kirin.

‘Siwar hatin peya çûn‘

arin

Derbarê cenga li vî gundî rû da, şervana YPJ‘ê Arîn Şêrawa destnîşan kir ku, “Artêş Tirk û çeteyên wê li hemberî yekîneyên me teknîka herî pêşketî bi kar anî. Piraniya êrîşkarên li eniya pêş çete bû, leşkerên artêşa Tirk a dagirker li eniya paş bûn.”

Şêrawa daxuyakirin ku şer di nava 3 rojan de bi hemû dijwariya xwe pêk hat, bêyî ku çete gavekê pêş de bavêjin û wiha domand “Moralê me bilind e, bila dilê gelê me rihet be, ji ber ku em serkeftinên mezin li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bi dest dixin.”

‘War warê me ye‘

ZINAR

Şervanê YPG‘ê Zinar Botan ê ji pêkhateyê Ereb destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê çeteyên ji her deverên Sûriyê anîn û wan ji bo şerekî navxweyî bi kar tîne.

Botan di berdewama axaftina xwe de got, “War warê me ye, hemû pêkhate lê dijîn. Em ê dagirkeriya li ser vê xaka pîroz tune bikin.”

Botan her wiha balkişand ku çete exlaqên şer nizanin, dema ku derbasî gundekî dibin, xaniyên sivîlan dirûxîniin û milên wan talan dikin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …