HESEKÊ – Artêşa Tirk a dagirker welatiyekî ji bajarê Reqayê ku dixwest ji bo kar derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, li ser sînor kuştin û cenazeyê wî avêtin aliyê Rojava.
Ciwanekî ji bajarê Reqayê ku nasnameya wî nehate naskirin dema dixwest li nêzî gundê Idwaniyê ku 50 km dikeve rojavayê navçeya Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Hesekê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, leşkerên Tirk ew girtin û îşkence kirin. Di encama îşkenceyê ce ciwan jiyana xwe ji dest da. Leşkeran cenazeyê wî avêtin aliyê Rojavayê Kurdistanê.
Cenaze piştî çend rojan ji aliyê şêniyên gundê Idwaniyê ve hat dîtin. Şêniyan cenaze rakirin nexweşxaneya Roj a navçeya Serêkaniyê.