Şoreşgera enternesyonel Hêlîn Qaraçox li hemberî zîhniyeta dewletê ya îradeya gel dişkîne berê xwe da rêwîtiya azadiya jinê. Rojava bingehê pêşxistina azadiya jinê dît û bû yek ji şervanên YPJ`ê.

Jiyana wê ya şoreşgerî 17 salî dest pê dike

Ana Kambîl(Hêlîn Qaraçox) sala 1992`an li bajarê Ingiltre ji dayîk dibe. Lêkolînên wê yên li hemberî zîhniyeta dewletê li zanîngehê kûr dibin û jiyana wê ya şoreşgerî 17 salî destpê dike. Li hemberî feraseta cûdahî xistina navbera qewman, civakan, insan û heywanan de qebûl nake, zîhniyeta dewletê ku li ser şikandina îradeya gelan bihêz dibe, ferzkirina koletî û tarîtiyê binav dike û destbi isyanê dike. Tevlî tevgerên anarşîst û demokratîk dibe û têkoşîna wê bi çalakiyan re ferehtir dibe.

Şoreşgera enternesyonel li hemberî rêbazê dîlgirtina mirov û heywanan şer dike. Ji girtiyên siyasî re name û pirtûkan dibe, li gel hevalên xwe li hemberî febrîkeyên haywanan protesto dike û ji bo nêçîrvan heywanan negrin û nekujin derdikeve daristanan û li hemberî wan dibe asteng.

Dev ji dibistanên dewletê berdide

Li dibistanan di bin navê xwendine de gelek pere ji xwendevanan distînin. Hêlîn vê yekê qebûl nake û serê xwe ji karmendên dibistanê re natewîne. Li hemberî wan radibe isyanê û herî dawî sala 2011`an dev ji dibistanên koletiyê li ser xwendevanan ferz dikin, ber dide. Êdî ew bi riya lêkolînkirina dîrokê û diyardeya şoreşgeriyê xwe perwerde dike. Lêgerînên wê yên xizmetkirina mirovahiyê û mafên gelên bindest parastin li gel wê kûrtir dibe û berê xwe dide riyeke dirêj.

Berê xwe dide şoreşa Rojava

Hêlîn Qaraçox bi riya çalakiyên gelê Kurd ên li Ewrûpa têne lidarxistin, têgeha Şoreşa Rojava dibihîse. Şoreşa Rojava lêkolîn dike û dawiyê dighîje biryara ku parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwîne. Hêlîn Qaraçox derbarê bendora parêznameyên Ocalan ev agahî dan,ʺMin parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan xwendin, hemû nakokiyên min nikarîbû ez analîz bikim, min bersiva wan di parêznameyên Rêber APO de dîtin. Min hîn zêdetir hêz girt ku ez lêgerînên xwe yên azadiyê kûrtir û berdewam bikim”.

Di hevdîtine de me ji şervana enternesyonel Hêlîn pirsî hûn çima tevlî şoreşa Rojava bûn, wê jî wiha bersiv da me,ʺLi Rojava şoreş e, min xwest ez li Rojava fêrî şoreşgeriyê bibim û têkoşîna me ya li Ewrûpa zindî bikim”.

Ew derbasî Rojava dibe, perwerdeya fêrbûyîna zimanê kurdî dibîne û tevlî dewreyeke perwerde ya şervanên enternesyonel jî dibe.

Cûdahiya di navbera jinên Rojava û yên Ewrûpa dibîne

Hêlîn anî ziman ku jinên Rojavayî dibêjin em kole ne û ji bo azadiyê têdikoşin lê bele jinên li Ewrûpa dijîn koletiya ku tê de ne hîna nedîtine û xwe azad dibînin.

Fikir û zikir şoreşa Rojava jiyankirin yek ji xwestekên şoreşgera enternesyonel bû. Ji şer heznake lê bele ji bo azadiyê pêdivî dibîne ku tevlî têkoşîna çekdarî bibe. Yekemîn gava wê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şerkirin, bû. Êdî ew jî şervaneke YPJ`ê ya enternesyonel e. Mîna şervanên YPJ`ê yên dîtir tevlî şer dibe, bi wan re dixwe, vedixwe, nobedariyê digre û her tiştî bi hev re parve dikin.

Di berxwedaniya li hemberî Tirkiyê cihê xwe digre

Berxwedaniya Serdemê 20`ê Çile li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest pê kir. Tofaneke dijwar bû û carne 72 balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker radibûn ser Efrînê. Dewleta Tirk a dagirker jî mîna hemû dewletan dixwest îradeya gel bişkîne. Hêlîn jî li hemberî vê zîhniyetê destbi têkoşîna şoreşgerî kiribû û berê xwe da Efrîne.

Heyecana wê ya çûyîna eniyê mîna vulkanê dikeliya û li benda herikînê bû. Wê û hevala Şîlan çek û rextê xwe amadekiribûn û her dipirsîn ew ê kengî biçin eniyê û li hemberî Tirkiyê şer bikin.

Gihîşte mirazê xwe û birûmet şehîd bû

Roja 55`emîn ji Berxwedaniya Serdemê 15`ê Adarê şoreşgera enternesyonel Hêlîn Qaraçoxtevî sê hevalên xwe li eniya taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrîne di şerên li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bû.

          

        

        

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ