Leşkerekî Tirk îsbat kir ku ew li Efrînê sivîlan hedef digirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Leşkerekî Tirk bi riya wêneyekê ku li ser toreyên tevna civakî parve kiribû, diyar kir ku ew li Efrînê sivîlan dikin hedef.

Leşkerekî Tirk wêneyek li ser toreyên tevna civakî parve kir. Di wêneyên leşkerê Tirk fûzeyek rakiriye û li ser wê nivîsandiye malbatekê hilbijêre û silavan lê bike. Bi vê yekê careke din derket holê ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşên li ser Efrînê de sivîlan hedef digirin.

Di roja 9′emîn a êrîşa dewleta Tirk a li dijî herêma Efrînê de, spîkera televizyona Tirkî ya fermî TRT, Tuğba Dalkılıç di weşana zindî de du caran got ku Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê sivîlan hedef digire.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …