‘Çavbirçîbûna Osmaniyan dê li Efrînê bi dawî bibe’

EFRÎN – Şervanên YPG’ê û YPJ’ê yên li gundên nêzî sînorê Efrînê ku li hemberî dagirkeriyê li ber xwe didin diyar kirin ku ziyanên mezin bi komên terorîst ên girêdayî artêşa dagirker bûne û li hemberî berxwedana bê hempa ya şervanan êdî rola duyemîn artêşa NATO’yê nemaye û wiha gotin: “Çavbirçîbûna Osmaniyan dê li Efrînê bi dawî bibe”.

Berxwedana serdemê ya Efrînê li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê ji 20’ê Çileya 2018’an ve bi hemû lehengiya xwe berdewam dike. Girêdayî geşedanên dawî yên li navçeya Bilbilê ya Efrînê şervanên YPG’ê û YPJ’ê  axivîn.

‘Bi kilaşnîkov em li hemberî çekên giran li ber xwe didin’

Şervana YPJ’ê Berçem Amed diyar kir ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi hemû hêz û derfeta xwe hewl dide axa Efrînê dagir bike û di êrîşa xwe de balefir û çekên giran bikar tîne û wiha got: “Em bi çekên sivik ên weke kilaşnîkov li dijî çekên giran li ber xwe didin û dîsa jî em serkeftinê bi dest xwe ve tînin.”

Berçem Amed destnîşan kir ku ew ti carî dest ji axa Efrînê bernadin û dê bi hemû hêza xwe welatiyên herêmê biparêzin û balefir û çekên giran ên dagirkera îradeya wan naşkîne.

‘Em nahêlin çete axa Efrînê qirêj bikin’

AMARKI ZAGROS

Şervana YPJ’ê Amargî Zagors behsa bedewbûna surişta Efrînê kir û got ku ti carî derfetê nadin artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê ku derbasî axa Efrînê bibn û qirêj bikin û wiha got: “Efrînê bûka Rojava ye. Em ê bi hemû hêza xwe biparêzin.”

Amargî Zagros behsa rewşa dawî ya li navçeya Bilbilê kir û wiha got: “artêşa dagirker a Tirkiyeyê gelek caran hewl dide gundên navçeyê dagir bike, lê hewldanên wê rastî berxwedana leheng a şervanên YPG’ê û YPJ’ê tê û di encamê de ziyanên mezin bi dagirkeran bûye. Me 4 tankên dagirkeran, tirekseke wan rûxandin û bi dehan çete kuştin.”

Amargî da zanîn ku dê bersiva hemû êrîşên dagirkeran bidin û ti carî nahêlin ku axa Efrînê were qirêjkirin.

‘Çavbirçîbûna Osmaniyan dê li Efrînê bi dawî bibe’

REBER HECER

Şervanê YPG’ê Rêber Hejar got ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê li navçeya Bilbilê rêbazên cûda di êrîşên xwe de bikar tînin û çekên giran û balefiran jî bikar tînin û da zanîn ku ji ber ku ti nikaribûn pêşve werin malên sivîlan topbaran û bombebaran dikin û ev yek jî nîşan dide ku nikarin li hemberî berxwedana şervanan pêşve werin.

Hejar di berdewama axaftina xwe de got ku çavbirçîbûna Osmaniyan ku bi serkêşiya AKP’ê ev 7 sal in li Sûriyeyê tê meşandin û bi taybet li dijî destkeftiyên gelê Kurd û nimûneya biratiya gelan dê li Efrînê bi dawî bibe.

Rêber Hejar bang li welatiyên Efrînê kir ku bila ti xeman nexwin ji şervanên YPG’ê û YPJ’ê ti carî derfetê nadin dagirkeran ku armanca xwe li Efrînê pêk bînin û got ku ew hêza xwe ji îradeya û berxwedana gel werdigirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …