Koçberiya wan a ji Efrînê dîroka berî 80 salî dûbare dike

 ŞEHBA– Dema li ser şîr bû tevî malbata xwe ji Lîwai Iskenderon (Hatay) dema artêşa Tirk wê dagirkir koçber bû û hate Efrînê, niha jî dema Artêşa Tirk êrîşî Efrînê kirine ber bi Şehbayê ve koçber bûye.

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji 20’ê çile ve bi awayekî hovene êrîşî herêma Efrînê dikin. Di encamê de bi hezaran welatiyên sivîl malên xwe terik kirin û koçber bûn.

Dayîka binavê Meryem Hesen (80) jî tevlî malbata xwe ji navçeya Cindirêsê koçber bûne û hatine herêma Şehbayê.  Tişta herî balkêş ku dîroka berî 80 salî dema Dayîk Meryem li ser şîr bû îro xwe dubare dike. Dayîk Meryem ji xelkên Lîwai Iskenderon (Hetayî) ên resen bû. Wê demê dema Artêşa Tirk herêm dagir kirin û şêniyên wê yên resen dan koçberkirin, tevlî malbata we koçber bûn û li gundê Hemam a navçeya Cindirêsê bi cih bûn.

Dîrok xwe dubare dike

SEHBE-DAYIKA-MERYEM (2)

Niha jî dîroka berî 80 salî ku malbata dayîk Meryem jiyan kiriye, xwe dubare dike. Dema Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê kirin û gundên sînor ên Efrînê dagir kirin, dayîk Meryem tevî malbata xwe ku ji 14 kesan pêk tê mala xwe terik kirin û koçber bûn.

Niha malbata Dayîk Meryek ji 14 kesan pêk tê di depoyekê ku dirêjaya wê 7 metrin û panaya wê jî 3 metreyên pêk tê de jiyan dikin.

Gelek nexweşiyên wekî tasyon, şekir bînçikandin bi wê re heye û nikare bimeşe. Dayîk Meryem berhsa koçberiya xwe kir û got ku dema Artêşa Tirk û çeteyên wê bi balafir û topan êrîşî gundên wan kirin top û bombe ranewestiyan lewma neçar bûn ku ji malê derkevin û koçber bibin.

Dayîk Meryem her wiha da zanîn ku ji ber ew nikare bimeşe 2 kurê wê ew  hilgirtin û wiha got: “Xilasbûna me ji bombe û topên Artêşa Tirk bi ecêb pêk hat. Ez dixwazim li Efîrnê bimirin û li wir werim definkirin, bela gora min li nêzî ya kurê min hevjînê min be.”

Dayîk Meryem di dawiya axaftina xwe de jî dîroka beriya 80 salî bibrî xist û wiha got: “Îro dîroka min dema ez li ser şîr bûm dûbre dibe. Wê demê dewleta Tirk Lîwai Iskenderona bi ser xwe ve berda. Lê niha li Efrînê berxwedanake bê hempa heye,gelê Efrînê wê hemû pîlanên wan têk bibe.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …