Aylan Dara: Bila şehadeta min ji bo Efrînê bi çalakiyeke pîroz be

 EFRÎN – Şehîd Aylan Dara dema xwatir ji dayik û şêniyên Efrînê xwest wiha got, “Dema xwestin xaka me dagir bikin, bi îradeya xwe hatin, lê wê derketina wan bi hêz û îradeya me bê. Dem hatiye ku em xaka xwe ji dijminên ku dixwazin hebûna me tune bikin, biparêz in. Em dayîkên xwe yên 9 mehan em di zikê xwe re rakirin û parastina me kirin, em parastina wan dikin. Bila şehadeta min bi vê çalakiya pîroz ji bo Efrînê be. Bila hûn bi min serbilind bin.”

Şehîd Aylan Dara bi çalakiya xwe ya fedayî ,xeta şehîd Avesta Xabûr ku di encama çalakiya fedayî de bû dengê Berxwedana Serdemê dewam kir.

Jiyana Şehîd Aylan Dara

Aylan ji zaroktiya xwe ve ji welat hez dikir, di dema ciwantiyê de dest ji hemû tiştî berda û tevlî karwanên tekoşerên azadiyê bû. Her dem di wê baweriyê de bû ku divê mirov heta dawî xwe bi xaka xwe ve bigre û dest ji xaka xwe bernede. Di roja 8’ê Adarê ku bi Roja Jinên Cîhanê ye, li navenda Cindirêsê çalakiya fedayî li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê pêk anî. Şehîd Aylan bi çalakiya xwe bersiveke mezin da êrîşkaran. Bi çalakiya Aylan û tekoşîna hevalên wî pîlana dewleta Tirk a dagirker û wê di nava çend rojan de Efrînê dagir bikin, vala derket.

Tekoşer Ehmed Welo (Aylan Welo) di 1’ê çileya sala 1998’an li gundê Neyrebiyê ya herêma Şehbayê hate dinê. Ew kurê çaran ê malbatê ye. 6 xwîşkên wî û 3 birayên wî hene. Dibistana xwe ya seretayî li gund xwend û piştî wê berê xwe Helebê da ku xwendina xwe ya amadeyî dewam bike. Li wir lîsê bidest xist. Di sala 2014’an de jî bawernameya fêrbûnê ya zimanê kurdî ya asta yekem û duyem bi dest xist.

Di nava hevalên xwe de kesekî pir dihate hezkirin, dil nizim û zana bû.Rûkeniya wî û nêzîkatiya wî ji heval û derdorê re her dem di dilê her kesî de dime. Di hezkirina welat de israr bû, îradeya wî ya bi hêz tu carî ne dişkest. Bi vê hêzê jî li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê çalakiya fedayî pêk anî û navê xwe di nava dîrokê de xêz kir. Şehîd Aylan bi çalakiya xwe bû navnîşana berxwedan û qehremaniyê ya Berxwedana Serdemê.

Tevlîbûna YPG’ê

Di sala 2014’an de dema gundê Aylan rastî êrîşa komên çete yên DAIŞ’ê hat, israr wî ya rarkirina çekê derket û xwest li dijî dagirkeran li ber xwe bide û xelkên xwe biparêze. Lê ji ber ku temenê wî biçûk bû û li ser daxwaza dayîk û bavên wî ku xwendina xwe dewam bike, tevlî malbatê ber bi Helebê ve koçber bû.

Di nava 2 salan de Aylan di hundirê xwe de di nava şerê rewşa jiyanê de bû, xwst ku bi ciwanên herêma xwe re li dijî êrîşkar û dagikeran şer bike. Dayîka wî rê nedayê ku vê biryarê bide. Di sala 2016’an de û Dema Aylan bawernameya Lîsê bi dest xist biryar da ku 9 Mijdara heman salê de tevlî YPG bû.

Di nava YPG’ê de perwedeya leşkerî û bîrdozî dît û ji wir tevlî hêzên taybet ên Antî Teror bû.

Gotinên dawî yên Şehîd Aylan

Şehîd Aylan Dara beriya ku çalakiya xwe ya fedayî li Cindirêsê li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê pêk bîne, peyamek bi deng li pişt xwe hîşt. Di peyamê de çalakiya xwe ku di roja 8’ê Adarê de pêkhat, diyarî dayîka xwe û hemû dayîkên Kurdistanê dike. JI di peyama deng de ji dayîka xwe dixwaze ku bi çalakiya wî serbilind be. Peyama Aylan wekî derbeyeke ji dijminan re bû.

Kurê apê şehîd Aylan Dara yê bi navê Mihemed Ebdulbasit derbarê kesyaeta wî de ev tişt anî ziman, “Kesayeta şehîd Aylan di nava civakê de pir dihate hezkirin. Dema tevlî YPG`ê bû xwest ku parastina her çar parçeyên Kurditanê bike. Ji dayîka xwe re jî peyam şand û jê xwest ku bi çalakiya wî ya fedayî serbilind be. Şehîd Aylan gaveke bi nirx pêk anî, em wekî malbat bi Aylan û hemû hevalên wî yên dîrokî çêdikin serbilind in.”

Xalîtîka şehîd Aylan a binavê Bedriya Welo wê jî derbarê kesayeta şehîd de wiha axivî, “Aylan di nav Berxwedana Serdemê de xwest serkeftina me ya li dijî êrîşkaran nîşan bide. Gelê Kurd wê tu carî ji çekên wan netirsin û wê heta dawî ji bo parastina xaka xwe her tiştên giran buha feda bikin. Aylan li ser xeta Şehîd Avesta, Barîn û hevalên xwe yên din tekoşîn da meşandin.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …