EFRÎN- Gundê Merenaz û Malkiyê yên navçeya Şera ji ber topbaran Tirkî û çeteyên wê veguherîne cihên wêrankirî û şêniyên wan gundan neçar mane di kampên koçberiyê de bi cih bibin.
Gundên Merenaz û Malkiyê dikeve 30 kîlometreyan rojhilatî Kantona Efrînê û 5 kîlometreyan başûr- rojavayî bajarê Ezazê ne. Li Merenaz zêdeyî 500 mal hene û li gor serjimariya 2004`an hejmara niştecihên wê gihîşt 959, her wiha li gundê Malkiyê jî zêdetirî 200 mal hene.
Şervanên YPG`ê û li ser banga welatiyên herdu gundan di dawiya 2015`an di dema rizgarkirina balafirgeha Minix a leşkerî de, ew herdu gund jî rizgar kirin û wêneyên şehîdên ku di oxira rizgarkirina wan de jiyana xwe ji dest dan, li qada gund bicih kirin.
Piştî rizgarkirinê, herdu gund bûn hedefên dewleta Tirk û çeteyên wê û rojane top li gund dikevin, lewma welatiyên herdu gunda li kampên koçberiyê man û nikarin vegerin malên xwe.
Li ser riya herdu gundan, tu rengê jiyana sivîl nema ye, gelek mal hatine ruxandin, mizgeft hatin hedefgirtin û heta pelên pirtûka pîroz Quraan belav bûye.
Di dîmenên de jî ruxandina malan û koçberiya welatiyan diyar dibe.
BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTÎ YA YPJ Ê