Ji şervanên YPG û YPJ`ê yên Efrînê peyam!

EFRÎN – Şevanên YPJ/YPG`ê yên Kantona Efrînê destnîşan kirin ku, armanca artêşa Tirk a dagirker a êrîşên ser kantonê ew e ku vîna gel hedef bigre. Şervanan diyar kirin ku ew ê berxwedanê bidomînin.

Şervanên YPJ/YPG`ê derbarê, zêdekirina artêşa Tirk a dagirker hêz û cebilxaneyên xwe li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê, axîvin.

GULCIN-ZAGROS-620x364

Şervan Guljîn Zagros destnîşan kir ku di demên dawî de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser xalên bicihbûna YPJ/YPG û li ser sivîlan jî zêde bûne û wiha domand:”Ev êrîşên bê navber li ser herêma me, me natirsîne, lê  hêz û îsrara me ya berxwedanê û şopandina riya şehîdan zêde dibe.”

ZILAN-DERSIM-620x350 (1)

Şervan Zîlan Dêrsim jî da xuyakirin ku ew li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker lawaz nabin û got:”Em li hemberî çek û cebilxaneyên zêde yên Tirkiyê li ser tixûbên Efrînê kom dike, lawaz nabin. Em ê heta dawiyê ji bo parastina xaka ku em li ser mezin bûne berxwedanê bikin. xaka me bi xwîna Şehîdan hatiye avdan û em rê nadin zordestan careke din koletiyê li ser jinan pêk bînin.”

Dêrsim bang li tevahî jinên kantonê kir ku erka xwe ya parastina gel û welat bi cih bînin.

ALNIYA-CIYA-620x350

Şervan Alanya Çiya jî da xuyakirin ku dê asta têkoşînê bilinde bikin û wiha got:“ artêşa Tirk a dagirker a li Ezanê bicih bûye hewil dide bi êrîşên xwe îradeya me hedev bigre, lê em wek jin di nava YPJ`ê de bê deng namînin lê belê emê asta têkoşîna xwe zêde bikin, ez bang li tevahî jinan dikim ku tevlî nava efên YPJ`ê bibin da ku paastina xwe û herêmê bikin.“

CEKDAR-ROJAVA-620x350

Şervan Çekdar Rojava jî ev tişt anîn ziman:“ artêşa Tirk a dagirker bi hemû rengên çekên giran ên kirine Ezazê, me hedef digre da îradeya me bişkîne. Di demên dawî de jî êrîşên xwe li ser xalên yekîneyên me zêde kir. lê em wek YPJ/YPG`ê li hember wan sekinîne û emê mertalê parastina herêma xwe bin.“

Çekdar bang li tevahî ciwanan û giştî gel kir ku kêleka YPJ/YPG`ê rawestin da parastina Kantonê bikin.DILSER-SERHED-620x350

 

Şervan Dilşêr Serhed jî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker çekên giran anîn gundê Marîn a nêzî gundê Qestelê Cindo û wiha domand:“ artêşa tirk a dagirker miqdarên mezin çekên giran û sivik anîn gundê Marîn a I ser tixûbên gundê Qestelê Cindo, da ji wêderê deli dijî xalên bicihbûna yekîneyên me û gelê bi ewle li herêmê jiyan dike pêk bîne. Lê em teslîm nabin, emê heta dawiyê berxwedanê bikin.“

BIRUSK-QENDIL-620x350

Şervan Brûsk Qendîl jî diyar kir ku ew bi bawerin şênî dê li kêleka şervanan bisekinin û got:“ atşa tirk a dagirker li dijî kantonê êrîşan dike û sivîlan hedef digre, baweriya me bi gel heye dê berxwedanê bike û piştgiriyê bide me, me jî soz daye gel. Em rê nadin artêşa tirk a dagirker xaka me dagir bike û mal û milkên me talan bike.“

Tê zanîn ku dewleta Tirk kiryarên xwe yên zêde li ser herêmê didomîne û bêdengiyekî navnetewî li hemberî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker heye.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …