Şêx Ebû Ezîz û êşa ku ji destê çeteyên DAIŞ`ê dîtiye 

REQA – Şêxê taxa El-Qadisiye ya Reqayê ji zulm û zordariya DAIŞ`ê ku niha rizgar bûye, çeteyan kurekî wî qetil kirin, yek girtin, yê sêyem jî îşkence û koçber kirin.

Şêxê taxa El-Qadisiye ya rojavayê bajarê Reqayê Ebû Ezîz, ji 4 jinan zewicîye û 14 kur û 9 keçên wî hene. Zulm û zordariya çeteyên DAIŞ`ê neflîtî. Ebû Ezîz got ku çeteyên DAIŞ`ê piştî bajarê Reqayê kirin bin serweriya xwe, nefes li wan qutkiribûn, ew bi hinceta îslamê derewan dikin.

Ebû Ezîz derbarê hin hincetên çeteyan da ku zordariyê li şêniyan bikin  axivî û wiha got:”Digotin çima cilê te dirêje, çima tu erebeyê dajo û jin li kêleka te ye?”.

Ebû Ezîz da xuyakirin ku, piştî hêzên QSD`ê di 6`ê Hizêrana de ketin Reqa û deriyên bi ewle ji şêniyan re vekirin, wî deriyek dît ku malbata xwe ji bajêr derxe û bişîne herêma Xatûniyê ya di qonaxa çaremîn a Hemleya Xezeba Firatê de ji aliyê QSD`ê ve hatiye rizgarkirin.EBU EZIZ1

Ebû Ezîz derbarê kiryarên çeteyên DAIŞ`ê derheqê malbata wî de ev tişt anî ziman:”Dema çeteyên DAIŞ`ê ketin bajarê Reqayê, ji ber ku kurekî min birîndarek rakir nexweşxaneyê ew qetil kirin û kurê min Ehmed ê ku berî du mehan ji Lubnanê hatiye jî hinceta ku çima mobaylê xwe berî bigihêje Reqayê li Şamê firotiye girtin, heta niha jî girtî ye.”

Kurê sêyem ê Ebû Ezîz piştî ji Tirkiyê vedigeriya girtin û wiha pêde çû:”Piştî ew ji Tirkiyê vegeriya demildest ji aliyê DAIŞ`ê ve bi hinceta bi Kurdan re têkliyan dike hat girtin. piştî îşkenceya 2 mehan ew derdan. Lê piştî 10 rojan dema hevjîna wî ya bi esil Kurd e û ji bajarê Kobanê ye, ji dîkaneke ênterneta Tirkiyê de telefon dike, sîxoreka DAIŞ`ê di dîkanê de dibîse, demildest çete ji kurê wî dixwazin ku hevjîna xwe radestî wan bike.”

Ii ser kiryareke din a çeteyan derheqê derxistina xizmekî wî ji malê de Ebû Ezîz wiha got:” Çeteyên DAIŞ`ê ji xizmekî min re gotin ku  çawa tu di hundir de rûdinî û mihacirîn jî li çolê rû didin. Piştî bi dehan roj çete ji mala wî derketin, lê beriya wê mal hemû mayîn kirin. Dema xizmê min û malbata xwe vedigere mal, mayîn ditqe û piraniya endamên malbatê jiyana xwe ji dest didin”.

Ebdû Ezîz wiha dawî li axaftina xwe anî:”Çeteyan nehîştin şênî cuxere bikşînin, lê piraniya serçeteyên DAIŞ`ê cuxeran veduxin û dema  dibînin ku sivîlek cuxere dikêşe sûcdar dikin ku ew xirabiyan dike, digrin û 35 celde lê didin.”

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …