Ji eniya Şiyê peyama şervanekê Suryanî

 EFRÎN – Şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ku li eniyên pêş ên navçeya Şiyê cih digire ev peyam da dagirkeran, “Artêşa Tirk nikare gelên Kurd, Ereb û Suryan ji hev dûr bixe. Em ê heta dawiyê li hemberî êrîşên dagirkeriyê şer bikin.”

Hemû gelên Bakurê Sûriyê xwedî li Berxwedana Serdemê ya Efrînê derdikevin û li hemberî êrîşên artêşa dagirker û çeteyên wê efsaneyên qehremaniyê dinivisînin. Ji hêzên leşkerî yên ku beşdarî berxwedaniyê bûne Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ye.

Ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, şervanê bi navê Horo Ebker ê ji herêma Cizîrê li eniyên pêş ên berxwedanê li Şiyê êrîşên dijmin dibersivîne.

Ebker da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker ne tenê gelê Kurd, hemû pêkhate û baweriyên Sûriyê hedef dike û got, “Min jî xwest wekî hevalên xwe cihê xwe di Berxwedana Serdemê de bigirim û êrîşên dijmin bi bersivînim.”

Ebker bal kişand ku artêşa dagirker û çeteyên wê êrîşî spartgeha bi ewle ya gel Sûriyê dike û wiha anî ziman, “Em ê li Efrînê bi ser bikevin. Em soz didin ku em destûr nadin dagirkeriya Tirk ku xaka welatê me dagir bike û gelê me bikuje.”

Ebker, êrîşa li ser Efrînê wekî êrîşa li ser tevahî Bakurê Sûriyê bi nav kir û got, “Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ne tenê Efrînê, hemû herêmên Bakurê Sûriyê wekî Hesekê, Qamişlo, Serêkaniyê û herêmên din dixe xeteriyê. Di heman demê de, ev êrîş ne tenê gelê Kurd, lê hemû gelên herêmê dike hedef. Em ê jî li ser esasê parastina xêrûbêra welatên xwe têkoşîna xwe dewam bikin.”

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryan Horo Ebker di dawiya axaftina xwe de got, “Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hişt ku em ê hevgirtina xwe xûrtir bikin. Heta şehadetê em ê Efrînê biparêzin.”

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …