Xwişk û bira di çeperên berxwedanê de cih digirin

 EFRÎN – Ji Keleha Berxwedana Sedsalê xwişk û bira wekî şervan ji bo wefedariya bi gelê Efrînê re, cihê xwe di Berxwedana Serdemê de girtin û tekez dikin ku ne mumkine Efrîn binkeve.

XEBAT CICEK ‫‬

Şervanê YPG‘ê Xebat Cibnê ji kantonê Kobanê ye, bi xwişka xwe şervana YPJ‘ê Çîçek Kobanê ku berê jî cihê xwe di berxwedana sedsalê ya Kobanê û Minbic hatin Efrînê û beşdarî Berxwedanê Serdemê de girtin. Xuşk û bira diyar kirin ku ew bi rihê berxwedana Kobanê ya ku DAIŞ şikand, hatine EFrînê da ku pîlanên Osmanî û çeteyên wê têk bibin.

Bi Berxwedana Sedsalê ya Kobanê re, bi hezaran ciwanên ji her çar parçeyên Kurdistanê û Bakurê berê xwe dane herêmê û li hemberî çeteyên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirtin berxwedaniyeke mezin dane meşand û nehiştin ku Kobanê were dagirkirin.

Vê carê, ango bi armanca parastina welatê Zeytûnê “Efrîn” bi hezaran ciwanên ku herêmên Cizîr û Firatê, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê banga seferberiyê pêk anîn û beşdarî Berxwedaniya Serdemê ya li hemberî duyemîn mezintirîn dewlet di NATO‘yê de.

Ji kesên ku cihê xwe di nava bê berxwedaniyê de girtine, xuşk û bira ji kantona Kobanê ne, wekî wefedariya ji bo gelê Efrînê ku wan jî dema berxwedana Kobanê de piştgirî dane wan, cihê xwe di nava Berxwedanê Serdemê de girtin. Xebat Cibnê li eniyên pêş ên herêma Cindirês û xuşka wî jî li herêma Raco berisva êrîşên dagirkeran didin.

‘Efrîn xwedî li me derket, em ê jî xwedî lê derkevin‘

Xebat Cibnê ku bi xwişka xwe Çîçek re ji Kobanê hatin Efrînê dibêje, “Tirkiyê têkçûna xwe li Kobanê, Girê Spî, Minbic, Reqa qebûl nekir, ji ber vê yekê vê carê bi artêş xwe û çeteyan xwestin Efrîn dagir bikin, sivîlan dikuje, dîsa jî serneket.”

Xebat destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çekên NATO yê Alman û Amerîka bi kar tîne û got ku texmîn kir ku ew ê bi teknîka pêşketî şervanên YPG û YPJ‘ê têk bibin.

Xebat her wiha got ku, Efrînê bi rihê Kobanê li ber xwe dide, ne mumkine warê Arîn û Avesta binkeve.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …