Ji Dêrazorê 100 ciwan tevlî QSD’ê bûn

QAMIŞLO – Ji herêmên rizgarkirî yên gundewarê Dêrazorê 100 kes tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûn.  

Piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk herêmên derdora bajarê Dêrazorê ji komên çete yên DAIŞ’ê rizgar kirin, ji van herêman 100 ciwanan biryara tevlîbûna di nava QSD’ê de dan.

Akademiya Şehîd Mîtan a Hêzên Sûriyeya Demokraîtk (QSD) ji bo van ciwanên ku tevlî bûne bi navê “Şehîd Polat Dêrik” dewreyeke perwerehiya leşkerî vekir.

Ev dewre wê 20 rojan dirêj bike û tê de waneyên ramyarî werin dayîn. Wê ev şervanên nû li ser tektîkên şer jî perwerdeyê bibînin.

Ji fermandarên QSD’ê Rohat Ciwan di axaftina xwe ya li pêşiya şervanên nû de got “Em bi we bawer in ku hûnê bi dîsplîn tev bigerin û hûnê hêvî û xewnên şehîdên me bi cih bînin.”

 

RUHATDIRZOR-PEROERDIYA 100 ŞERVANA JI DIRZOR (2)

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …