Du Ajanên Îstixbarata Dewleta Tirk A Dagirker Ketin Destê Hêzên Me De

Yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya erkên xwe yên leşkerî û ewlekarî yên ji bo şopandina şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê û pûçkirina şebekeyên sixuriyê ê girêdayî dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 2 sixurên ku ji bo MIT a Tirk dixebitîn girtin, wan sîxuran ji bo bidestxistina zanyariyan derbarê cihên hêzên ewlekarî û leşkerî û navendên saziyên Rêveberiya Xweser, ji bilî şopandina fermandarên hêzên me dixebitîn û beramberî wê pere ji dagirkeriyê digrtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku bi her du çeteyan re hat kirin, tevlîbûna wan di ragihandina agahî û koordînatên cihên leşkerî yên girêdayî meclîsên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Til Temr, Zirgan, Amûdê û Dirbêsiyê ku herî dawî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatibûn bombebarankirin, ku di encamê de hejmarek ji şervanan şehîd bûn qebûl kirin û li xwe mikur hatin. û her wiha li xwe mukur hatin ku wan agahî li ser tevgera hinek fermandarên hêzên me û nasnameya wan dane MIT a Tirk, ku yek ji wan fermandaran Rêzan Gulo bû ku di dawiya sala 2022 an de rastî hewldanekî suqestê ji aliyê belfirek Tirk hatibû, wan çeteyan li xwe mikur hatin ku tiliya wan di wê buyerê de hebû.

Çeteyê sixur Îlyas Muhemmed El-Rahîl ê di sala 1997’an de li Dirbêsiyê ji dayîk bûye û ji aliyê hêzên me ve hatiye girtin û tevlî gelek çalakiyên sîxuriyê bûye, di lêpirsîna li gel wî hat kirin li xwe mikur hat ku wêne û koordînatên bi dehan cihên leşkerî û xizmetguzariyê yên li Zirganê, Amûdê û Dirbêsiyê ji dagirkeriya Tirkiyê re şandiye, û piştî kontrolkirina agahî û kordînatên ku ji aliyê ajan Îlyas ve hatine pêşkêşkirin, nîşan dide ku di heyama dawî de gelek ji wan ketine ber bombebarana hewayî û topan ji aliyê dagirkeriya Tirk.

Çete EL-Rehîl li xwe mikur hat ku wî tevgera hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Rizan Gulo şopandiya û bi MIT a Tirk re parve kiriye.  Rizan Gulo di dawiya sala 2022 an de ji hewleke sûîqestê rizgar bû.

Çeteyê bi navê Îlyas El-Rahil li xwe mikur hat ku çûye Tirkiyeyê û bi endamên îstîxbarata Tirkiyeyê re hevdîtin pêk aniye û li hemberî pereyan hevkariyê pêşkêşî wan kiriye.

Çete û sîxurê bi navê Hemîd Xelîl El-Ehmed ê di sala 1998an de li Xerza ya Amûdê ji dayik bûye, wî di dema lêpirsîna xwe de li xwe mikur hat ku rasterast pêwendiya wî bi endamekî îstixbarata Tirkiyê re hebûye û wî zanyariyên girêdayî zêdetirî bîst cihên leşkerî, ewlekarî û saziyên rêveberiya xweser Li bajarokên Zirgan, Amûdê û Dirbêsiyê şandine ji MIT ê re. ku yek ji wan xalên gundê Xereze  ye, ku di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê de 2 şervanên Erka Xweparastinê li wê derê şehîd bûbûn.

Hêzên piştî lêpirsîna bi herdû sîxuran ew radestî Edaletê kirin.

Navenda Ragihandina hêzên Sûryaya Demokratîk

25 Gulan 2023

Check Also

Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên …