Li Gundewarê Rojavayê Dêra Zorê Emîrekî “DAIŞ’ê” Hat Girtin

Operasyonên hêzên me bi hemahengî ligel Hevpeymaniya Navdewletî li dijî şanên rêxistina terorîst a DAIŞê berdewam dikin, ku hejmara operasyonan di du hefteyên borî de gihiştiye 5 operasyonan.
Roja Îna borî, 16ê Kanûnê; Hêzên me bi piştevaniya hêzên hevpeymaniya navdewletî li navçeya El-Kesra ya gundewarê rojavayê Dêra Zorê operasyonek pêk anîn û di encamê de emîrekî xwecihî yê rêxistina terorîst a DAIŞê hat girtin. ew berpirsê organîzekirin û xebata şaneyên terorîstî li herêmê ye.
Di operasyonê de tevî alavên têkeliyan gelek kaxiz û belge hatin bidestxistin.

 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk
19 Kanûn 2022