Zinarîn di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku Artêşa Tirk a dagirker gelê herêmê bi şerê taybet ditirsîne û wiha dom kir: “Gêle me divê guhê xwe nedin îdayên dewleta Tirk û şerê taybet. Ev rêbazê wan ê şer e. Em ji gef û tehdîdên dewleta Tirk natirsin. Em wekî YPG, YPJ û QSD’ê bi hêza xwe gelê xwe diparêzin, bingeha hêza me piştgiriya gelê me ye. Artêşa Tirik dixwaze gelan bike koleyên xwe, em jî rê nadin. Armanja me ew e ku gelên herêmê mafê xwe bidest bixin.”

Zindarîn di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku wan hêza xwe di hemû aliyan de fireh kirine û wiha dom kir: “Bi hezaran ciwanên ji Rojhilata Navîn tevlî hêzên me bûne. Ev metirsîna dewleta Tirk çêdike. Çiqasî me rastiya dijminên xwe û impiryaliyê nas kir, em ê wiha karibin wan têk bibin. Em guh li kişandina çi hêza leşkerî ya ji Rojava-Bakurê Sûriyê nakin. Em ji destpêkê de bi hêza xwe pêş dikevin, Hêza me îradeya me ye, baweriya me ye, hêza me xwe naspêre aliyên derve, hêza me ji gelê me ye.”

Fermandara YPJ’ê Zinarîn Qamişlo di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanên Bakurê Sûriyê kir ku baweriya wan bi hêzên QSD’ê were ku ew ê wan ji tundî û zulimkariyê rizgar bike û wiha got: “Divê gelê me xwe li dedora hêza me kom bike û piştgiriya me bike. Em ê li dijî hemû gef û tehdîdan bisekinin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ