Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrîşên xwe civaka êzîdî ya li Efrînê ji hev belav kir. Bi vê yekê jî kiryarên Osamiyan û komkujiyên wan ên li dijî welatiyên êzîdî tîne bîra mirov. Bi taybet dema Mihemed El-Rawendozî komkujî derheqê êzîdiyan pêk anî û xwest wan tune bike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mezarên êzîdiyan ruxandin, ji wan mezaran mezara Şêx Berekat a li ser lutkeya Çiyayê Şêx Berekat ruxandin. Niha jî welatiyên êzdî yên li herêmê jiyan dikin metirsîna tunekirinê jiyan dikin.

Çavkaniyan ji ajansa (ANHA) re tekez kirin ku dewleta Tirk a dagirker welatiyên êzîdî neçarî islamê dikin, her wiha wan neçar dikin ku herin mizgeftê û li gundê Qestel Cindo desrt bi lêkirina mizgeftê kirine.

Êzîdiyên Efrînê yên di Kampa Berxwedan de bi cih bûne, lihev kom dikin da ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Bi dehan kurdên êzîdî yên ji 22 gundên Efrînê niha di kampê de jiyan dikin.

Welatiya bi navê Fayza Xerîbe ya ji gundên Tirindê diyar kir ku ew êzîdiye û got ku ev baweriya wan e û wiha dom kir: “Em ê tu carî li gorî fermanên dewleta Tirk tevneger in, em nabin misliman. Kiryarên dewleta Tirk a li dijî êziydan sûcê li dijî mirovahiyê ye û destnîşan kir ku li dijî hemû gelê Efrînê sûcên wiha pêk tîn in.”

Fayîza bang li rêxistinên navdewletî kir ku tevbigigerin da ku dawî li komkujiyan û kiryarên dewleta Tirk û çeteyê ku li Efrînê pêk tîn in, bîne û wiha got: “Em ê di vê rewşa ku Efrîn di bin dagirkeriya dewleta Tirk de venegerîn in Efrînê. Heta Efrîn ji Artêşa Tirk were rizgarkirin, em ê vegerin. Ew tu wateya demokrasî û wekheviya di navbera pêkhateyan de nizan in.”

Welatiyê bi navê Ekrem Ebdulah ê ji gundê Feqîra jî diyar kir ku Artêaş Tirk û çeteyên wê mezarên êzîdiyan ruxandin û ev tişt anî ziman: “Mezarên ku me serdana wan dikir, ruxandin. Cihên me yên olî bûn. Ew mezar cihê me yên olî bûn. Em hirmetê didin ola xwe. Lê rêzgirtina olan di ferhenga dewleta Tirk de nîne. Divê sînorek ji kiryarên wan ên li dijî gelê êzîdî pêk tên, werin.”

Welatiya bi navê Ezdehar Çawîş ya ji gundê Sînka ya navçeya Şera jî derbarê kiriyarên dewleta Tirk wiha axivî: “Kiryarên wan hovane ne. Divê sînorek ji kiryarên wan re were danîn. Xizmên me yên mane dibêjin ku îşareta li ser malên me datîn in, malên me dişewitîn in.”

Ezdehar di dawiya axaftina xwe de jî got heta dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê were derxistin ew ê vegerin Efrînê û ev tişt anî ziman: “Bi hebûna dewleta Tirk ewlekariya vegera me nîne.”