Herêma Cindirêsê tê bombebarankirin, li Şiyê şer giran e

EFRÎN – Helîkopterên Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de navenda herêma Cindirêsê bombebaran dike. Li aliyekî din jî artêşa dagirker û çeteyên wê bi top û çekên giran herêmê hedef girtin.

Li gel bombebarana li ser herêma Cindirêsê, li gundên Senarê û Anqelê yên girêdayî navçeya Şiyê jî ji saetên nîvro de heya niha şerekî dijwar di navbera Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên (El Nûsra/DAIŞ û şervanên QSD′ê de didome. Herdû gund rastî bi topên dagirkeran tê.

Hat zanîn ku di encama şerê li herdû gundan de gelek kuştî û birîndarên dijmin çêbûne, lê hejmareke zelal nehat bidestxistin.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …