Cenazeyê şehîdekî sivîl ji bin kavilan hat derxistin

 EFRÎN – Ekîba taybet a girêdayî Heyva Sor a Kurd cenazeyê welatiyê bi navê Reşîd Ebdulhenan Seydo ji bin kavilan derxist.

Beriya du hefteyan mala Reşîd Ebdulhenan Seydo (43) a li gundê Bekaşa yê girêdayî navçeya Bilbilê rastî bombebarana balafirên Tirk hat. Lê ji ber ku herêm bênavber ji aliyê dagirkeriya Tirk ve dihat hedefgirtin, ekîbên Heyva Sor nikarîbûn xwe bigihînin herêmê.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê bi dest xistin, roja 12′ê Sibatê gundê Bekaşê rastî bombebarana balafirên Tirk hat. ji wê rojê ve agahî ji Reşîd qut bûn û ji ber êrîşan tu kesî nikarîbû xwe bigihîne gund.

Îro ekîbên Heyva Sor a Kurd xwe gihandin gund û tevî êrîşên dagirkeran, cenazeyê şehîd Reşîd ji bin kavilan derxistin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …