Heman çavkanî diyar kir ku her çeteyekî 10 malbatên Efrînê vedigerîne 1000 dolaran werdigire û welatiyên vegeriyane neçarî kişandina dîmenan dikin da ku bêjin Efrîn aram e.
Y. B. da zanîn ku armanca dagirkeran ji vegerandina van malbatên Efrînê ew e ku beşdarî hilbijartinên Tirkiyeyê bikin û ji xwe re bikar bînin.
Heman çavkanî diyar kir ku hemû riyên di navbera gundên Efrînê de ne bi ewle ne û welatî rastî şelandin û talanê ji aliyê çeteyan ve tên.
Çete li ser diziya malên sivîlan lihev nakin
Heman çavkanî ragihand ku çete li navçeya Meydana ya devera Reco welatiyan ji gundan bi darê zorê derdixînin da ku malên welatiyan talan bikin. Ji aliyekî din ve şer û pevçûn di navbera komên çete de gelek caran rû didin, nemaze ji ber sedema ku li ser diziyê li hev nakin. Li gorî agahiyan 4 çete di encama van pevçûnan de hatine kuştin û komên çete welatiyên navçeyê bi kuştina çeteyan tewanbar dikin û li ser vê yekê welatiyan direvînin.
Li aliyekî din welatiyê bi navê Cemal Şêxo yê ji gundê Qasim di encama teqîna mayîneke komên çete de ku li ser riya di navbera gundên Qasim û Şêxê de hatibû çandin, jiyana xwe ji dest da.
Komên çete talan û revandina welatiyan berdewam dikin û li gorî çavkaniyan welatiyên Kurd nikarin ji malên xwe derbikevin.
Artêşa dagirker a Tirkiyeyê nasnameyan ji welatiyên Efrînê re çêdike da ku wan neçarî beşdarbûna hilbijartinên 24’ê Hizêranê bike û ji xwe re bikar bîne.
#Ajansa_Nûçeyan_a_Hawar