Birîndarên di Efrînê de rizgar bûne trajediya xwe vedibêjin

Trajediya welatiyên Efrînê piştî dagirkeriya Tirkiyeyê li herêma Efrînê bi dawî nebûye û di nava her malbateke Efrînê de çîrokeke trajedîk heye.  hin malbatên ku endamên wan ji komkujiyên dagirkeran hatine rizgarkirin kirin û van malbatan jî serpêhatiyên xwe vegotin.

 

Balefirên artêşa dagirker a Tirkiyeyê di 3’yê adara borî de gundê Kaxirê yê girêdayî mabeta armanc girt û di encamê de 7 welatiyên sivîl birîndar bûn û welatiyê bi navê Ciwan Reşîd şehîd bû.

Yek ji birîndarên heman êrîşê welatiyê bi navê Ehmed Cemîl Qasim e û serpêhatiya xwe wiha vegot: “Ji ber topbarana berdewam li dijî navçeya Şiyê welatî neçar man berê xwe bidin gundê me. Ez li Efrînê dixebitîm û di 1’ê adarê de ez vegeriyam gund”

Qasim di berdewama axaftina xwe de got ku dema ew li qada gund bûn balefirekê qad armanc girt û di encamê de gelek kes birîndar bûn û wiha bi bîr anî: “Di êrîşên de hevalê min Ciwan Reşîd şehîd bû. Dengê jin û zarokan gelekî bilind bû. Xwîn li her derê rijiya bû. Gundiyan em rakirin nexweşxaneya Avrîn û ez li rex hevalên xwe Cemîl Weqas, Mehmûd Cabo, Rêber Henan Êmo û  Ehmed Mustefa 4 rojan di nexweşxaneyê de man.”

Ehmed Cemîl Qasim li rex malbata xwe berê xwe da navçeya Şêrewa û gundê Zaretê bi cih bû û pêdiviya wî hêjî bi dermankirinê heye, lê ji ber dorpêçê û paşguhkirina rêxistinan ji alîkariya bi welatiyên Efrînê re derman jî nayên peydakirin.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê otobûsek armanc girtin û têde 22 kes hebûn. Di encamê de jineke temen mezin û zarokekî 4 salî şehd bûn û yên din jî birîndar bûn.

Dicle û Sebîha Bekir xwîşkên hevudu ne û di heman otobûsê de birîndar bûn û her du xwîşk ji ber buyerê lal bûne û nikarin biaxivin, xizmekî wan ê bi navê Mihemed Mihemed ku li rex wan jiyan dike serpêhatiya wan vegot û diyar kir ku herdu xwîşk li nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê li gorî kêmderfetan hatin dermankirin, lê rewşa wan metirsîdar e ji ber ku dermanên wan nayên peydakirin û rêjîma Sûriyeyê jî riya Helebê li pêşiya welatiyan girtiye.

Mihemed bang li rêxisatinên tenduristî û mirovahiyê yên navnetewî kir ku bi erkên xwe rabin û alîkariyê bi welatiyên Efrînê re bikin. Lingê Dicle Bekir şikestî ye û nikare bimeşe û pêdiviya wê bi birînkariyeke di kezebê de heye. Xwîşka wê Sebîha jî çavekî xwe winda kiriye û niha herdu li navçeya Arfad a herêma Şehba bi cih bûne.

Zeyneb Menan ku di heman buyerê de birîndar bibû, serpêhatiya xwe wiha vegot: “Ez di encama topbaranê de bi giranî birîndar bûm û hevserê min ez rakirin nexweşxaneya Avrîn. Ez du rojan di nexweşxaneyê de man û di roja dawî de balefirên Tirkiyeyê nexweşxane jî armanc girt û em neçar man ji nexweşxaneyê derbikevin. Niha Heyva Sor a Kurd îlaca min dişopîne, lê gelek dermanên pêwîst nayên peydakirin.”

Di encama hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li dijî herêma Efrînê 800 welatiyên sivîl ku gelek ji wan jin û zarok bûn birîndar bûn û 228 kes şehîd bûn û gelek ji wan jin û zarok bûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …