Gundê Xan ê Dêrazorê hate rizgarkirin

DÊREZOR – Şervanên QSD’ê gundê Xan a Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Di şerê rizgarkirina gund de 5 çete hatin kuştin.

Pêngava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 60’yî de bi hemû hêza xwe dimeşe û şervan rojane pêşketinan bidest dixin. Şervanên QSD’ê şevê din girtin ser gundê Xan a dikeve 32 Km rojhilatê bajarê Dêrazorê. Ji duh ve li gund di navbera şervanan û çeteyan de şer derket. Di encama şer de şervanan gund ji çeteyan rizgar kirin.

Di şerê rizgarkirina gund de 5 çete hatin kuştin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …