Çeteyên Tirkiyeyê bajaroka Şêxler a Kobanê topbaran dikin

 KOBANÊ – Çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê ku li gundê El-Emarna ya girêdayî Cerablûsê bi cih bûne, bi çekên giran bajaroka Şêxler a jêrîn (Şiyox) a rojavayê bajarê Kobanê topbaran dikin.

Li gorî nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA)yê diyar kirin ku komên çete yên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê ku li gundê El-Emarna ya başûrê bajarê Cerablûsê bi cih bûne, îşev bi çekên giran xalên hêzên Erka Xweparastinê yên li bajaroka Şêxler a jêrîn (Şiyox) ya li aliyê rojhilatê çemê Feratê û rojavayê bajarê Kobanê topbaran dikin. Nûçegihanan dane zanîn ku şervanên Erka Xweparastinê jî jêderên topbaranê bersivandin.

Li gorî agahiyan topbarana çeteyan heta niha berdewam dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …