Êrîşa dagirkirina gundên Efrînê hate şikandin

EFRÎN – Êrîşa dagirkirina gundê Baliya yê Efrînê ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate şikandin.

ji herêmê hate raghandin ku artêşa Tirk a dagirker  tevî gelek topavêjin xwe hewl da derbasî gundê Baliya yê girêdayî navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê bibe.

Şervanên YPG û YPJ`ê li hemberî dagirkirina gund berxwedaneke mezin nîşan didin. Li ser berisvdayîna şervanan, êrîşa dagirkirina gund hate şikandin û gelek topavêjin artêşa dagirker paşde vegeriyan.

hat anîn li ser  zimanan  ku tenê topavêjeke artêşa dagirker li herêmê maye û şervanên YPG û YPJ`ê jî derbeyan lê didin.

Di van kêliyan de balafirên artêşa dagirker jî li ser herêma Efrînê digerin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …