EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker ku nikaribû di bejahî gundên Efrînê dagirker bike, bi balafirên êrîşe dike.
Artêşa Tirk a dagirker di saetên sibe de ku hewl da derbasî gundê Baliya yê girêdayî navçeya Bilbilê bibe, li ser berisvdayîna şervanên YPG û YPJ`ê êrîşa hate şikandin û artêşa dagirker bi paşde vegeriya.
Piştî têkçûn di bejahiyê de, vê carê balafirên artêşa Tirk a dagirker gundên Baliya û Tobel ên navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê bombebaran dike.
Ji aliyekî din ve jî, artêşa Tirk a dagirker dîwarê ku beriya niha bi demekê li ser sînorê hemberî gundê Baliya ava kiribû, radike.
#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ