EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker careke din mizgefta Selaheldîn Eyûb a herêma Cindirêsê topbaran kir.
Topbarana artêşa Tirk a dagirker li dijî mizgeft û malên sivîlan ên Efrînê dewam dike.
Artêşa dagirker di 29`ê çil de Mizgefta Selahedîn Eyûb a navenda herêma Cindirêsê topbaran kir û di encamê de zerareke mezin gihîşt mizgeftê.
Di van kêliyan de careke din artêşa dagirker Mizgefta Seladedîn Eyûb topbaran kir.
Erdoganê ku her tim xwe wekî parizvanê Ola Îslamê nîşan dide, lê bi hedefgirtina mizgeftan û malên sivîlan rastiya wî nîşan dide.