EFRÎN – Çavkaniyan liv û tevgera artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê li ser sînor dişopand, derket holê ku leşker û terorîst di çend saetên ku gundan dagir dikin, mal û milkên welatiyan talan dikin.
Artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê gundên li ser sînorê Efrînê çend saetan dagir dikin û paşê şervanên QSD`ê herêmê ji wan paqij dikin. Di saetên ku gund têne dagirkirinde, leşker û terorîst derfetê dibînin û yekser mal û milkên welatiyan talan dikin.
Çavkaniyan bi dîmen li ser sînor Efrîn û Bakurê Kurdistanê kiryarên diziyê yên leşker û terorîstan belge kir.
https://www.youtube.com/watch?v=wjfoOE4NA0g