Eniya Bilbilê; taneke din a artêşa dagirker hate rûxandin, leşkerên tê de hatin kuştin

EFRÎN – QSD‘ê tankeke din artêşa Tirk a dagirker rûxand û leşkerên tê de hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker hewl da li eniya navçeya Bilbilê nêzî gundê Ebîdan bi tankan pêşe de biçe, lê hêzên wan bersiva wan da û tankeke din rûxand, leşkerên ku di tankê de bûn hatin kuştin. Şer li vê eniyê heta vê kêliyên berdewam e.

Navendê her wiha ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Cehbet El-Nusra êrîşên xwe yên li ser gundên kantona Efrînê didomîne, lê ji aliyê şervanên wan ve derbeyên giran dixwn.

QSD‘ê beriya çend saetan ve êrîşên artêşa Tirk a dagirker li eniya herêma Raco,li beramberî gundê Emara hetanî gundê Komerşî şikandin û du tank rûxandnin û leşkerên tê de hatin kuştin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …